Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

"Zûtir bersivê bidine zarokên penaber"

Hat weşandin onsdag 22 februari kl 09.38
"Bersivên dereng tahdeyan li zarokan dike.“
(1:15 min)
Zarok û Migrationsverket
Wêne: Jessica Gow/TT

Rêveberiyên parêzgehên Swêdê dibêjin bila daxwazên penaberiyê yên zarokên bi tenê herî zêde di 4 mehan de bi encam bibin da ku ev zarok xwe neveşêrin û serwinda nebin.

Amir Hashemi-Nik li Rêveberiya Parêzgeha Stockholmê kar dike. Ew dibêje wextê dirêj ê bersivê tesîrên nebaş li zarok dike.

Îro heta ev zarok bersivekê ji Daîreya Koçê û dadgehên koçê distînin gelek wext derbas dibe. Ev tahdeyeke mezin û tesîreke xerab a psîkolojîk li zarokan dike.

Berî niha ji ber ku gelek zarok û ciwanên penaber li Swêdê serwinda dibin û rastî tehlûkeyan tên komîteya zarokan a Neteweyên Yekgirtî rexne li Swêdê kirine. Pêşerojeke nediyar û neewle weke sedema serwindabûna van zarokan tê dîtin.

Vêga li ser daxwaza hikûmetê rêveberiyên parêzgehan hin tedbîran pêşniyaz dikin. Li gor pêşniyazekê divê bersiva van zarokan a li ser daxwaza penaberiyê ji 4 mehan nebuhure.

Li gor statîstîkên Daîreya Koçê di navbera salên 2013 û 2016an de 1 800 zarok serwinda bûne. 


kurdish@sr.se

Tel: 08-784 59 35

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".