Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Parastin

Îsal 500 mîlyonê zêde diçe ji hêza parastinê re

Hat weşandin måndag 13 mars kl 11.39
Peymana nû heta 2020ê derbas dibe.
(1:16 min)
.
Wêne: Claudio Bresciani/TT

Wezîrê Parastinê Peter Hultqvist diyar kir ku ew digel çar partiyên din li hev hatine da di nava vê salê de 500 mîlyon kron bidine hêza parastinê.

Pênc partiyên di parlemanê de ji sala 2015ê ve derheqê tehsîsata parastina Swêdê de li hev hatine.

Niha ew vê lihevhatina xwe nû dikin û peymana nû heta 2020ê derbas dibe. 

Berya du heftiyan serokerkanê Swêdê Micael Bydén budçeya parastinê ya ji bo 2018ê eşkere kiribû û dabû zanîn ku ji bo sê salên li pêşiya me 6.5 mîlyar kron kêm e û daxwaza xwe radestî hikûmetê kiribû.   

Partiyên ku derbarê tehsîsata parastinê de li hev hatine Sosyaldemokrat, Partiya Jîngehê, Moderat, Partiya Navendî û Demokratên Xiristiyan in.

Di civîna çapemeniyê ya îro de nûnerên van partiyan gişt beşdar bûn û dane zanîn ku ew kêfxweş in ku li hev hatine. 

Ji partiyên burjûva Liberal ne di nav vê peyamanê de ne. Li gor Liberalan ev budçe kêm e û ji parastina Swêdê re ne kafî ye.

Ji bilî Liberalan herwiha Partiya Çep û demokratên Swêdê jî di peymanê de cî nagirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".