Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gelek kes naçin ser miriyên xwe

Hat weşandin tisdag 14 mars kl 09.45
Keşa: Em hewl didin herkesî bi rêz bi cî bikin.
(2:20 min)
Begravning kista
Swêdî mîna berê êdî rêwrisma gorkirinê li dar naxin. Wêne: Jonas Ekströmer/TT

Carê gava kesek dimir, rêwrismeke oxirkirinê dihate li dar xistin. Lê niha gelek caran ehlê mirî vê rêwrismê naxwazin.

Di 2013ê de hejmara miriyên ku ji bo wan tu merasim nedihate li dar xistin %3 bû. Niha ev hejmar hema hema duqat bûye. Ev encama lêkolîna Buroyên Gorkirinê li Swêdê ye.

Mats Rendahl berpirsê buroya gorkirinê li Vetlanda ye. Ew dibêje:

– Bi min hemû însan heq dikin ku bi rêzgirtin werine oxir kirin. Gereke mirov hurmetê nîşanî kesê mirî bide. Lê ehlê hin kesan dibêjin ya herî hêsan ew e ku miriyê wan were şewitandin da ku tu merasim neyêne li dar xistin. Û em jî li gor daxwaza ehlê miriyan tev digerin. 

Rendahl herwiha dibêje gelek caran ew cenaze ji morgê yekser dibe ciyê termşewitandinê. 

Li gor lêkolîna ku hatiye eşkere kirin li Swêdê herî zêde li Stockholmê xelk naxwazin merasim ji mirî re were li dar xistin. Ji %9 bêyî rêwrisim û terqên têne gorkirin. 

Sosyala Vetlanda jî radigihîne ku gelek caran gava ew li ehlê mirî digerin, dibînin ku ehl pê nehesiyane ku kesek wan miriye. Hinek ehlê xwe yê mirî ji binî nas nakin, hinek jî diyar dikin ku ew zûde ji hev xeyidîne. Û gava tu xwedî li mirî dernekevin sosyal ê mirî bicî dike. 

Keşayê Jönköping Torgny Wirén dibêje hin kes ji bo ku di zaroktiya xwe de pêrgî muameleyeke pir xerab hatine nayêne ser cenazeyê dê û bavên xwe. Û ew dibêje ”Ez wan fam dikim, lê bila zanibin ku em hewl didin miriyan birêz gor bikin”.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".