Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Dadgeha Yekîtiya Ewrûpa

"Heqê ciyê kar heye desmalê qedexe bike!"

Hat weşandin tisdag 14 mars kl 11.19
"Heqê karbidest e, lê jin bisînor dibin".
(1:45 min)
Kvinnor med huvudduk
Hebûn û nebûna desmalê wê di destê ciyê kar de be. Wêne: BERTIL ERICSON

Heqê şîrketan heye li gor qaîdeyên xwe yên navxweyî sembolên siyasî, dînî yan jî fîlozofî qedexe bikin. Ev peyama dadgeha Yekîtiya Ewrûpa ye û tê maneya ku şîrketek dikare çarşef, desmal an jî xêliya serî qedexe bike.

Li Fransa û Belçîka du jin ji kar hatibûne avêtin ji ber ku li ciyê kar wan desmal ji serê xwe nekiribûn. Van kesan giliyê xwe biribûne dadgeha Yekîtiya Ewrûpa. Û îro dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgeh dibêje heqê ciyê kar heye qaîdeyên navxweyî ji xwe re deyne û li gor vêya hin sembolan qedexe bike.

Kadra Seerar Westerberg mamoste ye. Ew dibêje gereke şîrket bikaribin bi xwe biryarê bidin bê karmendên wan çawa tevbigerin. Lê di heman demê de li gor wê ev biryar hin dijwariyan jî bi xwe re tîne.

– Bi min jin gereke karibin li gor dilê xwe cil û bergan li xwe bikin. Û li ciyê bixwzibin karibin kar bikin. Ji vî alî ve ev biryar dikare hin xeteran bi xwe re bîne. Loma ev biryar dikare îmkanên keç û jinan bisînor bike. Lê ji aliyê din ve gereke heqê karbidest hebe biryarê bide bê li şîrketê çi qaîde derbas dibin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".