Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Swêd bi Kolombiyayê re hevkariya leşkerî dike

Hat weşandin onsdag 15 mars kl 09.43
Senatorê kolombî: Ev ne baş e.
(2:57 min)
Mikael Damberg, wezîrê sanayî û bazirganiyê yê swêdî û balafirên şer ên ku Swêd dixwaze bifiroşê, JAS Gripen.
Mikael Damberg, wezîrê sanayî û bazirganiyê yê swêdî û balafirên şer ên ku Swêd dixwaze bifiroşê, JAS Gripen. Wêne: Tomas Oneborg/SvD/TT

Swêd dixwaza balafirên şer bifiroşe Kolombiyayê ku bi gerîllayên Farcê re di qonaxa aştiyê de ye. Peymanek hatiye îmza kirin ku îxracata sîlehan mumkin dike.

Wezîrê sanayî û bazirganiyê Mikael Damberg serdana Kolombiyayê dike û wî doh peymanek li ser hevkariya parastina leşkerî bi welêt re îmza kir. Li gor vê peymanê Swêd ê karibe balafirên xwe yên şer JAS Gripen bifiroşe Kolombiyayê.

Mikael Damberg dibêje hêzên parastinê yên kolombî di qonaxa aştiyê ya bi gerîllayên Farcê re roleke mezin dilîzin. Berpirsiyareke mezin li ser wan heye û Swêd ê hevkarî û xebatên mezintir jî bi wan re bimeşîne.

Heye qesda Damberg bi xebatên mezintir firotina balafirên şer ên JAS Gripen be. Berî niha şirketa ku van balafiran çê dike Saab hewl dida hêzên parastinê yên kolombî ji bo kirîna van balafiran îqna bike. Wan pîlotên swêdî ji bo semînerekê şandibûne Kolomniyayê da ku li ser van balafiran agahiyê bidine wan.

Kolombiyayê piştî hewlên mezin hê nû bi gerîllayên Farcê re peymaneke aştiyê îmza kiriye. Gerîllayên Farcê qebûl kirine sîlehan berdin, lê hê ev pêk neanîne.

Li gor rêxistinên mafên mirovan ev peymana ku Swêdê bi Kolombiyayê re çê kiriye dikare tesîrên xerab bike. Senatorê parlamena kolombî Iván Cepeda dibêje Swêd di qonaxa aştiyê de cihekî girîng digire û ew vêga dixwazin balafirên şer bifiroşine Kolombiyayê, lê ev şaş e.

Cepeda dibêje tişta herî xerab ku em dikarin di halê hazir de bikin bihêzkirina cepxaneyê ye. Divê leşkerên kolombî hîn bibin ka ew ê li Kolombiyayeke biaştî çawa kar bikin û divê welatên din jî li şûna firotina sîlehan di vî warî de alîkariya me bikin.

Ew herwiha destnîşan dike ku artêşa kolombî bi sûcên şer tê gunehbar kirin.

Wezîrê swêdî Mikael Damberg dibêje Swêdê berî niha artêşa kolombî li ser pirsên wekheviya cinsî û mafên mirovan jî perwerde kiriye û di dawiyê de daîreya îxracata sîlehan dê biryarê bide ka Saab dikare balafirên şer bifiroşe yan na.

Dema sala 2008an hikûmeta hingî alîkarî kir da ku Saab sîstemên radarê bifiroşe Kolombiyayê Partiya Sosyaldemokratan rexneyên giran li vê kirin. Lê li gor Mikael Damberg ku di hikûmeta niha de wezîrê ji Partiya Sosyaldemokratan e rewşa li Kolombiyayê vêga ne weke ya hingî ye.

Damberg dibêje rewş cuda ye û vêga li Swêdê daîreyek biryarê dide ka sîlehên wiha dikarin werine firotin an na. Bi qasî ku ez zanim daîre pozîtîv li îxracateke bi Kolombiyayê re dinêre.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".