Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Swêdî ji Donald Trump hez nakin

Hat weşandin onsdag 15 mars kl 11.10
”Hejmarên herî negatîv ên heta niha ne.”
(1:48 min)
Donald Trump
Serokê amerîkî Donald Trump. Wêne: Hasse Holmberg / TT

Ji sedî 80yê swêdiyan ji serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump hez nakin. Tenê ji sedî 10 dibêjin ku ew ji wî hez dikin. Ev di lêkolîneke Novusê de tê dîtin.

Beşê nûçeyan ê Radyoya Swêdê, Ekotê ji şirketa lêkolîn û pîvanan Novusê daxwaz kiriye da ku lêkolînekê li ser helwesta swêdiyan a li ser serokê nû yê amerîkî çê bike.

Novus ji beşdarvanên lêkonînê pirsiye ka ew ji Trump ”gelekî hez dikin” an ”gelekî hez nakin”. Di lêkolînên berî niha yên weke vê de ji bo serokwezîrê îtalî Silvio Berlusconi û serokê rûsî Vladîmîr Putîn hejmarên gelekî negatîv derketibûn. Lê hejmarên ji bo Trump ji yên van herduyan xerabtir in.

Sören Holmberg li Zanîngeha Göteborgê siyasetnas e. Ew dibêje me berî niha jî li ser siyasetmedarên biyanî lêkolînên wiha çê kirine. Lê ev encamên herî negatîv ê heta niha ne.

Dema mirov li komên cuda dinêre tê dîtin ku helwesta negatîv a li hember Trump di nav zilamên swêdî de kêmtir e. Herwiha karker û beşên başûr ên Swêdê pozîtîvtir li Trump dinêrin.

Di nav partiyên parlamena Swêdê de bi giştî hejmarên negatîv têne dîtin. Ji xeynî Demokratên Swêdê ku nêrînên pozîtîv ên li ser Trump piçekî zêdetir in.

Sören Holmberg dibêje herwiha li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê piştgiriya ji bo Trump di nav zilamên karker ên li dijî koçberan de zêdetir e. Îhtimal e ku nirxên swêdiyên ku Trump pozîtîvtir dibînin weke yên van amerîkiyan in.

Agahiyên berfirehtir li ser …

Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min spellista".