Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ji bo penaberên sûrî veger nêzî rastiyê xuya nake

Hat weşandin onsdag 15 mars kl 16.37
”Cihê karê min û xaniyê min lê erd dûz bûye.”
(2:36 min)
Dîmenek ji Heleba xerabûyî.
Dîmenek ji Heleba xerabûyî. Wêne: JOSEPH EID

Îro, 15ê adarê şerê Sûrî 6 salan didagire. Heta pê şerê yekem ê cîhanê evqasî berdewam nekiribû. Ev weke yek ji krîzên herî xerab ên dema me tê dîtin. Ji bo gelê sûrî ku reviyane veger dûr xuya dike.

Nîvê nifûsa Sûrî ji ber şer ji malên xwe baz dane. Gelek ji wan xwe gihandine Ewropayê, Swêdê.

Zinar Mihemedê bi eslê xwe ji Qamişli dema şer dest pê kir li Helebê dijî. Wî ku berî du sal û nîvan xwe gihande Swêdê. Ev 2 meh in ku wî jin û zarokên xwe jî anîne cem xwe û vêga li bajarê Sandvikenê dijî. Ji bo wî aştî û veger nêzî rastiyê xuya nakin.

Îro zêdeyî 150 hezar kesên ji sûrî hene. Beşê wan ê mezin ji ber şer baz dane. 

Zinar Mihemed dibêje halê wan li Sûrî xweş bû û ku ne ji ber şer bane wan ew der terk nedikir. Lê vêga tiştekî wan ne maye. Fabrîkaya ku wî qumaş lê çê dikir û mala wî tev xera bûne. Ew dibêje kesî ku ew nas dike di Helebê de nemaye, tevan ew der terk kirine.

 

Ji bo zêdetir li deng guhdarî bikin!

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".