Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kesên tecawiz li ser Facebookê weşandin li dadgehê ne

Hat weşandin onsdag 15 mars kl 17.19
Dozger: 8 şahid hene.
(1:02 min)
Doz li Dadgeha destpêkê ya Uppsalayê tê kirin.
Doz li Dadgeha destpêkê ya Uppsalayê tê kirin. Wêne: Henrik Montgomery/TT

Îro sê kesên ku tecawizkirina keçekê li ser Facebookê weşandin têne dadgeh kirin. Dozger dibêje vîdeoyê ku wan rasterast li ser facebookê weşandine neketiye destê wî, lê şahid û delîl dê dîsa jî bes bin.

Dozger Pontus Melander dibêje wî têkilî bi Facebook û daîreyên amerîkî re daniye da ku vîdeo jê re bişînin. Lê wî ti bersiv negirtine. Ew diyar dike ku dîsa jî 8 şahidên ku temamê bûyerê dîtine hene û ev qas şahid ji bo bûyereke tecawizê tim nayêne dîtin.

Du ji sê kesên gumanjêkirî yên 21 û 18 salî ji ber tecawizê û yek jî yê 24 salî ji ber alîkarîkirinê têne dadgeh kirin. Ev kes herwiha ji ber heqaret û biçûkkirinê jî têne dadgeh kirin ji ber ku wan ev bûyer li ser Facebookê weşandiye û di heman demê de çîr li keça maxdûr kirine.

Ev bûyer dawiya meha yekem a îsal li Uppsalayê qewimî bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".