Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dêra Swêdê di krîzan de hevkariya dewletê dixwaze

Hat weşandin torsdag 16 mars kl 09.59
Xanî peyda kirin, lê ev nehatine bi kar anîn.
(1:45 min)
Katedrala Uppsalayê û penaberên ku li saloneke sporê hatine bi cih kirin.
Katedrala Uppsalayê û penaberên ku li saloneke sporê hatine bi cih kirin. Wêne: TT

Di rapora Dêra Swêdê, Svenska kyrkan, ya li ser krîza penaberan a 2015-2016an de tê destnîşan kirin ku di rewşên wisa de pêdivî bi pêşvebirina hevkariya bi dewletê re heye.

Dêra Swêdê îro raporekê li ser xebat û tecrûbeyên xwe yên li ser krîza penaberan a par û pêrar diweşîne.

Di raporê de tê diyar kirin ku her meh nêzîkî 40 000 kes beşdarî çalakiyên Dêra Swêdê bûne ku li seranserê Swêdê ji aliyê 8 000 karkerên dilxwaz ve hatine meşandin.

Van xebatan ji gelek aliyan ve alîkariya cemaetên herêmî kirine, lê di pêkanîna van xebatan de herwiha hin kêşe hatine dîtin.

Cîgira sekreteriya giştî ya Dêra Swêdê Erika Brundin dibêje di van xebatan de hevkariya bi daîre û xebatên din ên giştî û hin cemaetan re zehmet bûye.

Ew dibêje bo mînak Daîreya Koçê ji me xanî xwestin û me peyda kirin, lê peyre ev xanî nehatine bi kar anîn.

Rapora Dêra Swêdê ya li ser xebatên alîkarîkirina penaberan a payîza 2015an nîşan dide ku alîkariye mezin a dilxwaz hatiye kirin. Inger Awenlöf li bajarê Borås li Dêra Swêdê li ser xebatên penaberan û entegrasyonê dixebite.

Ew dibêje me hingî bi xêra alîkariyên dilxwaz belavkirina cilan û kafeteryayên hînkirina ziman zêde kirin.

Lê dîsa jî rapora dêrê nîşan dide ku hevkariya bi daîreyên dewletî û hin rêxistinên din re baş pêk nehatiye û divê were baştir kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".