Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Polîsê îstixbaratê

SÄPO tehdîdên li ser Swêdê eşkere dike

Hat weşandin torsdag 16 mars kl 11.42
"Terora îslamî hê jî tehdîda herî mezin e."
(1:54 min)
Şefê SÄPOyê Anders Thornberg
Şefê SÄPOyê Anders Thornberg û rapora sala 2016an. Wêne: Janerik Henriksson/TT

Personelê ku ji bo dewletên din sîxuriyê dikin û êrîşên sîber ên hêzên biyanî yên ser rêxistinên girîng ên swêdî hin ji mijarên ku Polîsê îstixbaratê yê swêdî, SÄPO di rapora xwe ya salane de li ser disekine ne.

Şefê SÄPOyê Anders Thornberg dibêje wezîfeya me ti caran evqasî mezin û tevlîhev nebûbû.

Ew herwiha diyar dike ku divê rêxistinên girîng ên swêdî li hember sîxurî û êrîşên sîber rûtîn û xebatên xwe yên berlêgir bi pêş ve bibin.

SÄPO îro rapora ewlehiyê ya li ser sala 2016an pêşkêş dike. Tê de tê diyar kirin ku par çend bûyerên sîxuriyê yên di rêxistinên girîng ên swêdî de hatine dîtin. Di van rewşan de personel bi xwe ji aliyê dewletên din ve xwestine werine bi kar anîn. SÄPO naxweze diyar bike ka ev kîjan dewlet in û çend bûyerên wiha hatine dîtin.

Herwiha ewlehiya zeîf a kompûter û avahiyan weke kêşeyekê tê nîşan dan. Tê diyar kirin ku hêzên biyanî hewl didin bikevin sîstemên kompûterî yên swêdî da ku agahiyên veşartî bi dest bixin an jî ji holê rakin.

Di raporê de tê diyar kirin ku Daiş li Îraq û Sûriyê zeîf dibe û kesên ku ji Swêdê digihine wan jî kêm dibin, lê dîsa jî terorîzma îslamî hê jî tehdîdeke gelekî mezin e.

Peder Hyllengren li Dibistana bilind a parastinê pispor e. Ew dibêje rast e kesên ku ji Swêdê digihine Daişê êdî kêm in, lê dema ew li vir dimînin dikarin ji Swêdê re bibine tehdîd. Ji ber ku Daiş ji alîgirên xwe re dibêje hûn li kû bin, çi di destê we de hebe bi kar bînin û êrîş bikin.

Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min spellista".