Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Löfven: Em ê pişta çeteyan bişikînin

Hat weşandin torsdag 16 mars kl 15.28
"Polîs ê pereyên zêdetir bistîne."
(2:05 min)
Stefan Löfven û Anders Ygeman di civîna çapemeniyê de.
Stefan Löfven û Anders Ygeman di civîna çapemeniyê de. Wêne: Jessica Gow/TT

Hikûmeta Swêdê soz dide ku ew pişta sûcdariya organîze û çeteyan bişikînin û îşareta qanûnên nû û pereyên zêdetir ji bo polîsan dide.

Serokwezîrê Swêdê Stefan löfven dibêje divê tirsa ji ber çeteyan û berdana guleyan nemîne êdî û diyar dike ku ew ê di budceya biharê de pereyên zêdetir ji bo vê bidine polîs.

Hem kuştinên ku bi destên çeteyan têne kirin zêdetir dibin hem jî xebatên polîs ên li ser terorîzm û sûcên ser înternetê û ev zorê li polîs dike. Loma polîs di budceya nû de heta sala 2020an 3,9 milyar kronên zêde dixwaze.

Îro serokwezîr Stefan Löfven di civîneke çapemeniyê de ragihan ku heye hê vê biharê polîs pereyên zêdetir bigire.

Ew naxwaze bibêje ka çiqas pere dê were dan û ev ê çawa werine bi kar anîn. Lê tişta zelal ew e ku hikûmet dixwaze pişta çeteyan û sûcdariya organîze bişikîne û heye ev pere berî hemû tiştî ji bo vê mijarê bin.

Stefan Löfven dibêje biryara hikûmetê ya li ser civaka me ya vekirî û azad qewîm e, loma em ê bi hev re pişta sûcdariya organîze bişikînin. Tiştekî din bes xuya nake. Divê kesên sûcdar bi şev xweş nerazin, ne qurbaniyên wan.

Wezîrê karên hundir Anders Ygeman dibêje divê qanûnek were saz kirin da ku eger di halê hazir de sûc nebe jî destûra polîs ji bo destdanîna ser pere û tiştên sûcdaran hebe. 

Ygeman dibêje em di civînê de li ser jidandinên mumkin ku lazim in jî sekinîn da ku encamên xebatên polîs baştir bibin. Tişteke wiha dê destûrê bide polîs da ku eger ti sûc nebe jî ew karibin dest deynine ser malê kesên gumana sûc li ser wan heye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".