Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ezmûna îro li ser Snapchatê hatiye belav kirin

Hat weşandin fredag 17 mars kl 09.55
"Berpirsiyarî li ser dibistanan e."
(1:53 min)
Prov snapchat
Wêne: TT

Li dibistanên Swêdê pola 9an ezmûna neteweyî ya dersa swêdî, nationella prov i svenska, binivîsin. Lê hin beşên vê ezmûnê li ser Snapchatê hatine belav kirin.

Daîreya Dibistanan, Skolverket dibêje midûrên dibistanan bixwazin dikarin ezmûnê biguherin. 

Îro ezmûna neteweyî ya dersa zimanê swêdî dê li seranserê welat were nivîsîn. Lê ji ber ku nûçeyên belavbûna ezmûnê hatine bi dest xistin Daîreya Dibistanan radigihîne ku ev ezmûn dikare were guhertin.

Anna Westerholm li Daîreya Dibistanan kar dike. Ew diyar dike ku bûyerên wiha tim gelekî cidî ne.

Westerholm dibêje qaîdeyên me yên zelal hene ka divê li dibistanan ezmûnên ku em dişînin dê çawa werine parastin.

Ew dibêje qaîdeyên me yên zelal hene ka divê li dibistanan ezmûnên ku em dişînin dê çawa werine parastin.

Westerholm dibêje ji bo ezmûn bi awayekî emîn werine hilandin û bêyî sextekarî werine pêk anîn berpirsiyarî li ser dibistanan e.

Daîreya Dibistanan di peyameke çapemeniyê de dinivîse ku midûrên dibistanan bi xwe dikarin biryarê bidin ka ew ê ezmûnê çawa pêk bînin.

Mifetişiya Dibistanan, Skolinspektionen, li ser bûyerê hatiye agahdar kirin û dê têkiliyê bi midûran re deyna ka ew ê kêşeyê çawa çareser bikin.

Anna Westerholm dibêje ew nizanin ka ezmûn çawa belav bûye.

Carina heye ezmûn li ber makîneya kopyekirinê hatibe ji bîr kirin, zehmet e mirov bêje ka bûyer çawa çê bûye. Lê tim şaşiyên insanî sedema tiştên wiha ye.

Ezmûna ku ketiye destê xwendekaran de beşek ji ezmûna dersa swêdî ye ku ji 3 beşan pêk tê, A, B û C. Beşê ku belav bûye beşê dawîn e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".