Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ji ber nebûna xaniyan jin nikarin ji stargehan bar bikin

Hat weşandin måndag 20 mars kl 09.43
Jina mexdûr: Ez li ser vegera bo malê fikirîm.
(2:17 min)
Kvinna med nedböjt huvud under filt
Wêne: Robin Gustafsson/Sveriges Radio

Jinên ku rastî şidetê tên dikarin heta ber xwe bibînin li stargehên jinan, kvinnojourer, bimînin. Lê ji ber ku xanî nînin dema ew li stargehan dimînin bi qasî ku ne hewce ye dirêj dibe.

Ev di anketekê de tê dîtin ku li 83 stargehên jinan ên li Swêdê hatiye çê kirin.

Christinaya 21 salî ku di eslê xwe de navekî wê yê din heye dibêje dema ez mecbûr mam ji stargeha jinan bar bikim ti der nebûn ez lê bisitirim.

Ez gelekî giriyam, rewşa min gelekî xerab  bû û min nizanîbû min ê çi bikira. Ez ê li kolan razabame yan ez ê çûbame cem kî?

Ji ber ku malbata wê zilm lê dikir Christina ji cem wan reviya. Piraniya jinên ku li stargehên jinan dimînin ji ber zilm û zordariya malbata xwe direvin.

Christina 3 salan li stargehekê ma. Ji ber ku di eslê xwe de piştî demekê êdî hew parastin ji Christina re lazim bû diviyabû ew ji stargehê bar bike. Lê ji ber ku wë nikarîbû ti xaniyan peyda bike barkirina wê ya ji wir bi derengî ket.

Nebûna xaniyan yek ji kêşeyên herî mezin ên stargehên jinan e. ji 83 stargehan 62 diyar dikin ku di nava 2 salên dawîn de 3 an zêdetir jin ji ber nebûna xaniyan nikarîne ji cem wan bar bikin.

Charlotte Jörland li Stockholmê li stargeheke jinan kar dike.

Ew dibêje gelek caran jin ji wextê ku lazim e dirêjtir li cem wan dimînin. Em dibînin ku jin hene dema ji cem me bar dikin ti der nînin ew lê bisitirin.

Ji meha 12an a sala buhurî ve Christina bêmal e. Ew di vê demê de li motelan, li cem hevalan û di depoya cihê xwe yê kar de razaye. Xizmeta civakî, Socialtjänstenê gotiye ew alîkariyê ji bo xanî nadinê û ev peydakirina xanî zehmettir dike.

Christina dibêje ez li ser vegera malê fikirîm. Lê li wir jiyana min dê ne di destê min de be.

Zeynep Kavak li weqfa alîkarîkirina jinên ciwan, Stiftelsen för unga kvinnors värn, şêwirdar e.

Ew dibêje divê gelek jin ji ber nebûna xaniyan mecbûr dimînin vegerine cem malbata xwe ku zilmê li wan dike. Ji bo hevpeyvîna bi Zeynep Kavak re li dengê li jêr guhdarî bikin.

Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min spellista".