Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Qurbaniya dawîn a gewriyên Macchiarini jiyana xwe ji dest da

Hat weşandin måndag 20 mars kl 10.01
Nexweşa sêyem ku dimire ye.
(1:07 min)
Piştî skandala Macchiarini rêveberiya Nexweşxaneya Zanîngeha Karolinskayê ji kar hate avêtin.
Piştî skandala Macchiarini rêveberiya Nexweşxaneya Zanîngeha Karolinskayê ji kar hate avêtin. Wêne: TT Montage: Sveriges Radio.

Nexweşa dawîn ku li Nexweşxaneya Zanîngeha Karolinskayê bi gewriyên sentetîk ên cerahê îtalî Paolo Macchiarini hatibû tedawî kirin jiyana xwe ji dest da ye.

Nexweş jineke hevwelatiya Tirkî ya 27 salî ye û li nexweşxaneyeke li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jiyana xwe ji dest daye.  Bi vê re 3 kesên ku Macchiarini gewriyên sentetîk neql kirine mirine.

Ev nexweş yek ji 5 jinan bû ku Paolo Macchiarini sala 2012an gewriyên sentetîk bi wan ve kiribû. Ji ber ku emeliyat bi ser neket nexweşa 27 salî ji bo neqla gewriyekê çûbû Amerîkayê û li wir mir.

Paolo Macchiarini cerahekî îtalî ye ku li Nexweşgeha Zanîngeha Karolînskayê kar dikir. Wî îdia kiribû ku wî gewriyên sentetîk îcad kirine ku dikare bo mînak jiyana kesên bi kansera gewriyê xelas bike. Lê derkete holê ku gewriyên ku wî ji materyalê sentetîk çê kiribûn bi kêr nayên.

Vêga gumana sextekariya lêkolînan û sebebbûna mirinê li ser Macchiarini heye.

Ji bo agahiyên zêdetir ên li ser skandala Macchiarini li girêdanên li jêr guhdarî bikin. 

Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".