Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Stefan Löfvén

"Divê hilbijartin ji tesîrên biyanî werine parastin"

Hat weşandin måndag 20 mars kl 11.54
Pispor: Heye hewldanên tesîrê ji aliyên cuda ve werin.
(2:15 min)
Serokwezîr Stefan Löfvén.
Serokwezîr Stefan Löfvén. Wêne: Henrik Montgomery/TT

Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfvén bi nivîsekê di rojnameya DNê diyar dike ku divê hilbijartinên 2018an ji tesîrên biyanî werine parastin. Ji bo hêzên derveyî Swêdê nikaribin tesîrê li hilbijartinan bikin tedbîr ê werine girtin.

Stefan Löfvén diyar dike ku li gelek welatan hatiye dîtin ku hêzên derveyî welat xwestine tesîrê li hilbijartinên giştî bikin. Dewletên din dixwazin bi rêyên cuda tesîrê li gelê welatekî bikin da ku di hilbijartinan de kesên ew dixwazin werine ser hukm. Löfvén hilbijartinên Amerîkayê û nûçeyên ku Rûsya tesîr li hilbijartinan kiriye weke mînak dide.

Pisporê îstixbaratê Johan Wiktorin dibêje ji xeynî Rûsya heye hewldanên tesîrê ji aliyên din ve jî werin.

Bo mînak di halê hazir de serokê Tirkiyeyê ji bo referandûma xwe kampanyayê li Ewropa û Swêdê dimeşîne. Lê heye ew bixwaze di hilbijartinên swêdî de jî bi awayekî tesîrê bike.

Löfvén dinivîse ku ew dikarin bo mînak belgeyên sexte belav bikin û bi kesayetên sexte li ser medyayên civakî nûçeyên derew biweşînin. Herwiha tehdîd û nîşandana hêzên leşkerî dikare were dîtin.

Li gor Stefan Löfvén ev tişt ne nû ne, lê teknîkên nû yên dîjîtal dike ku tesîra van mezintir dibe. Loma vêga hikûmet dê tedbîran li hember êrîş û hewldanên wiha bigire.

Li gor vê îstixbarata hêzên parastinê dê werine bi pêş ve birin. Dezgeha Pêlgir ya Hêzên Parastinê, FRA alarm li dezgeh û daîreyên ku hêjayî parastinê ne bi cih kirine da ku êrîşên sîber ên muhtemel bigire.

Herwiha weke beşek ji tedbîran Polîsê îstixbaratê dê agahî li ser hewldanên tesîrkirinê bide partiyên siyasî û Daîreya parastina civakê û seferberiyê, Myndigheten för samhällsskydd-och beredskap, dê bi nûnerên çapemeniyê û medyayên civakî re diyalogekê saz bike da ku zanyariyên wan ên li ser êrîşên sîber were bi pêş ve birin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".