Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Nordea tevlî skandala spîkirina pereyên reş bûye

Hat weşandin tisdag 21 mars kl 09.52
Bankên din ên ewropî jî ji bo vê hatine bi kar anîn.
(1:50 min)
Gatubild med Nordeaskylt
Wêne: Marcus Ericsson/TT.

Navê bankên Nordea û Danska Bank tevlî skandaleke navneteweyî ya spîkirina pereyên reş bûne.

Li gor rojnameya danîmarkî Berlingske ev herdu bank ji bo bi milyaran kron pere bo welatên baca wan kêm werine hewale kirin hatine bi kar anîn.

Li gor agahiyên ku rojnameya danîmarkî diweşîne hesabên li van herdu bankan ji bo hewalekirina pereyên reş hatine bi kar anîn.

Bi giştî şaxê estonî yê Danske Bankê ji bo vê hatiye bi kar anîn û tê texmîn kirin ku 7 milyar kronên danîmarkî bi vê rêyê hatine spî kirin. Herwiha şaxê Nordea yê danîmarkî jî tevlî vê bûyerê bûye.

Ji bilî rojnameya danîmarkî çapemeniyên din ên ewropî jî li ser heman skandalê rapor weşandin û tê texmîn kirin ku skandal di eslê xwe de gelekî mezintir e. Li gor vê bankên li Almanya, Brîtanya û Amerîkayê jî tevlî vê bûne.

Di halê hazir de qala 20 milyar dolarên reş ku hatine spî kirin tê kirin, lê rojnameya The Guardian a brîtanyayî dinivîse ku 80 milyar dollar hatiye spî kirin. 

Du bankên li Moldavya û Letonyayê weke serkêşê bûyerê têne nîşandan û daîreyên van welatan bûyer derxistine holê. Li gor medyayên ewropî pereyên reş ku hatine spî kirin ji çeteyên krîmînel ên li Rûsyayê tên. Li gor rojnameya Berlingske 14 hakimên moldavî ji ber tevlîbûna skandalê hatine girtin.

Berpirsê çapemeniyê yê banka Nordea Petter Brunnberg dibêje ew bûyerê gelekî cidî dibînin û ew ê rûtînên xwe yên kontrolê baştir bikin da ku bûyerên wiha zû werine keşf kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".