Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Zêdeyî nîvê mamosteyên nû bêyî perwerdehiya lazim in

Hat weşandin tisdag 21 mars kl 12.01
"Sedem xwendekarên ku nû hatine Swêdê ne."
(1:44 min)
Sinif
Wêne: JESSICA GOW / TT

Zêdeyî nîvê mamosteyên ku sala buhurî dest bi kar kirin bêyî perwerdehiya bilind a pedagojîk bûn.

Ev di statîstikên nû yên Daîreya Dibistanan, Skolverket, yên ji bo sala perwerdehiyê ya 2016/2017an de têne dîtin.

Niclas Westin ku li Daîreya Dibistanan midûrê yekîneyê ye di peyameke çapemeniyê de dinivîse ku kêmasiya mamosteyên bi perwerdehiya tekûz gelekî cidî ye. Hejmara xwendekarên dibistanên bingehîn û lîseyê zêde dibin, lê mamosteyên perwerdekirî kêm in.

Niclas Westin dibêje sedemeke vê koçberî ye. Xwedekarên ku nû hatine Swêdê gelek in. Di nava 2 salan de 70 000 xwendekarên nû ketine sîstema perwerdehiyê. Ev pêdiviya bi mamosteyan zêde dike, lê mamosteyên perwerdekirî nînin.

Mamosteyên bêyî perwerdehiya tekûz li gor sala berî di hemû polên dibistanan de zêde bûne. Li gor wezîrê perwerdehiyê Gustav Fridolin rewş endîşeyan dide, lê ew diyar dike ku di heman demê de bi giştî mamosteyên bi perwerdehiya tekûz jî zêde bûne.

Kêmbûna mamosteyên bi perwerdehiya tekûz herî zêde li sinifên pêşdibistanê, dibistanên bingehîn û dibistanên bingehîn ên ji bo zarokên kêmendam tê dîtin.

Sala perwerdehiyê ya 2016/2017an 16 500 mamosteyan dest bi kar kirin û ji van % 57 bêyî perwerdehiya tekûz a pedagojîk bûn.  

Di eslê xwe de weke Gustav Fridolin dibêje hejmara mamosteyên bi perwerdehiya pedagojîk zêde bûye, lê di heman demê de mamosteyên bêperwerde ku ji bo kar hatine girtin jî gelekî zêde bûne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".