Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bankên din ên swêdî jî di nav skandala pereyên reş de ne

Hat weşandin tisdag 21 mars kl 14.27
Swedbank û SEB jî nav de ne.
(0:30 min)
Nordea, SEB, Swedbank
Wêne: TT

Hin bankên din ên swêdî jî ji bo spîkirina pereyên reş hatine bi kar anîn. Banka SEB û Swedbank jî di nav bankên ku ji aliyên çeteyên krîmînal ve ji bo spîkirina pereyan hatine  bi kar anîn de ne.

Li gor rojnameya Berlingske ya danîmarkî ku raporek li ser vê skandalê weşand di navbera salên 2011 û 2014an de 35 milyon dolar bi rêya bankên ewropî û amerîkî hatine spîkirin.

Berpirsê çapemeniyê yê banka SEB Frank Hojem naxwaze bi taybetî li ser vê bûyer biaxive lê ew ji Radyoya Swêdê re dibêje divê em tim sîstem û rûtînên xwe yên li ser kontrola hewaleyên wiha baştir bikin da ku ber li bûyerên wiha were girtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".