Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hikûmet pêşniyazên nû yên ewlehiyê pêşkêş dike

Hat weşandin tisdag 21 mars kl 16.29
40 milyon kron ji bo berlêgirtina sûcdariyê tê veqetandin.
(1:35 min)
Wezîrê edaletê Morgan Johansson li taxa Sofielund a Malmöyê digere ku yek ji herêmên mexdûr e.
Wezîrê edaletê Morgan Johansson li taxa Sofielund a Malmöyê digere ku yek ji herêmên mexdûr e. Wêne: Emil Langvad/TT

Hikûmet bi pêşniyazên nû dixwaze ciwanan ji dora çeteyên sûcdariyê dûr bigire. Wezîrê edelatê Morgan Johansson modeleke amerîkî destnîşan dike ku dê emniyeta herêmên mexdûr baştir bike.

Hikûmet pêşniyazên xwe yên bipêşvebirina ewlehiyê îro li Malmöyê eşkere dike. Li gor vê 40 milyon kron dê ji Daîreya Berlêgirtina Sûcan, Brottsförebyggande rådetê re werine veqetandin da ku bi personelê nû di karê berlêgirtina sûcan de alîkarî û rêberiya şaredariyan bike.

Morgan Johansson hêvî dike bi vê rêyê ciwan dê ji derdorên krîmînel bi dûr eerine xistin.

Di halê hazir de hikûmet modeleke amerîkî ya bi navê bids (business improvement district) bi kar tîne. Li  gor vê hikûmet şirketên xaniyên kirêkirinê teşwîq dike da ku avahiyên jihevketî yên herêmên mexdûr nû û biemniyet bikin. Model di halê hazir de li Malmö û hin herêmên Göteborg û Stockholmê tê bi kar anîn.

Morgan Johansson dibêje bi vê rêyê şirketên taybet jî di bipêşvebirina ewlehiya civakê de alîkariya dewletê dikin.

Johansson herwiha li ser hedefa 90 rojan a hikûmetê disekine û dibêje kesekî ciwan dê ji 90 rojan zêdetir bê kar nemîne. Li gor wî ev yek ji xalên herî girîng ên berlêgirtina sûcdariyê ye.

Johansson herwiha qala jidandina xebatên polîsî dike û dibêje ji bo pişta sûcdariyê were şikandin divê endamên çeteyan ji kolanan werine paqij kirin û ceza kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".