Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Margot Wallström

"Tenê xebatên leşkerî di şerê li dijî Daişê de ne bes in"

Hat weşandin onsdag 22 mars kl 09.48
”Divê planeke demdirêj û ragirbar hebe”
(2:42 min)
Margot Wallström
Margot Wallström. Wêne: Lars Pehrson/SvD/TT

Ji hinga Donald Trump bûyî serok ve rêveberiya nû ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê îro civîna xwe ya pêşî ya navneteweyî ya li ser şerê li dijî Daişê li Washingtonê li dar dixe. Wezîra karên derve ya Swêdî ji bo civînê li wir e.

Nûnerên 60 dewletan beşdarî vê civîna li ser şerê li dijî Daişê dibin. Ev ew dewlet in ku koalîsyona li dijî Daişê pêk tînin û civîna îro dê ji aliyê wezîrê karên derve yê amerîkî Rex Tillerson ve were bi rê ve birin.

Di halê hazir de 35 leşkerên swêdî li Îraqê hene û li Kurdistanê perwerdehiyê didine peşmergeyan, lê ji mêj ve ye ku hikûmet dixwaze vê duqatî bike. Wezîra karên derve ya swêdî Margot Wallström ku ji bo civînê li Washingtonê ye dibêje di şerê li dijî Daişê de tenê xebatên leşkerî têrê nakin.

Wallström dibêje divê mirov bifikire ka piştî xebateke leşkerî dê çi bibe, ev girîng e. An jî dema me Daiş ji aliyê leşkerî ve têk bir em ê çi bikin? Em ê çawa karibin bixebitin da ku rewşa ewlehiyê li van welatan stabîl bibe û welatên weke Îraq û Sûrî  careke din werine ava kirin.

Wallström herwiha hêvî dike ku di civîna îro de ji bo pere û çavkaniyên aborî yên Daişê werine birrîn rêyên nû dê werine peyda kirin. Ew dibêje di halê hazir de pereyên wan ji firotina petrol û êsîran tên.

Di vê civînê de hikûmeta swêdî dê ji bo cara pêşîn fikr û planên rêveberiya nû ya amerîkî yên li ser jiholêrakirina Daişê bibînin.

Margot Wallström dibêje divê em zanibin ka fikra wan çi ye û gelo em çawa dikarin alîkariyê bikin da ku çareseriyeke demdirêj û ragirbar pêk were.

Piştî ku Donald Trump hate ser hukm wî hatina hevwelatiyên hin welatên musilman ya ji bo Amerîkayê qedexe kir. Pêşî ev 7 welat bûn, peyre Îraq ji nav wan hate derandin û vêga ev 6 welat in.

Lê herdu biyarên qedexekirinê jî ji aliyên dadgehên amerîkî ve hatine rawestandin. Li gor Trump ev qedexe ji bo parastina Amerîkayê ya ji terorîstan e.

Wallström dibêje ew nikare bêje ka ev biryareke rast e. Lê ew diyar dike ku ew ji vê qedexeyê hez nakin. Li gor wê ev ne tedbîreke bitesîr e û gelek dezavantajên wê hene.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".