Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Sven-Ingvars.

Sven-Erik Magnusson jiyana xwe ji dest daye

Hat weşandin onsdag 22 mars kl 11.49
"Ti muzîkjen û stanbêj nikare xwe bide ber wan."
(1:48 min)
Sven-Erik Magnusson li ser dikê.
Sven-Erik Magnusson bi koma Sven-Ingvars re li ser dikê. Wêne: CHRISTINE OLSSON / TT.

Stranbêjê hezkirî yê swêdî Sven-Erik Magnusson jiyana xwe ji dest daye. Malbata wî xebara mirina wî vê sibehê dan.

Sven-Erik Magnusson yek ji endamên koma muzîkê ya binavûdeng Sven-Ingvars bû. Weke endamê komê wî hem li sazan dida hem jî stranên komê dixwendin.

Dema Sven-Erik Magnusson dest bi jiyana xwe ya muzîkê kir ew 13 salî bû û wî 60 salan heta bimire ev berdewam kir. Magnusson ji bajarê Karlstradê bû û ew di 74 saliya xwe de li wir mir.  

Muzîka ku koma Sven-Erik Magnusson çê dikir weke rocka gel, folkrock, tê dîtin. Koma Sven-Ingvars gelek caran weke koma muzîkê ya dansê jî hatiye bi nav kirin.

Li gor pisporê dans û muzîkê Thomas Deutgen ku li Radyoya Swêdê kar dike di dîroka Swêdê de ti komên muzîkan weke koma Sven-Ingvars serketî û mezin nebûne. Ew dibêje ew ji Kent û Håkan Hellström jî mezintir bûn.

"Dema mirov îro li Swêdê dinêre stranbêjek an komeke muzîkê dikare gelekî serketî be, hem ji aliyê temaşevanên konseran ve hem jî ji aliyê firotina muzîkê ve, lê kesek weke koma Sven-Ingvars 60 salan tim serkeftî û mezin namîne. Ti muzîkjen û stranbêj nikare xwe bide ber wan."

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".