Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Şer rû bide Swêd ê çawa biryaran bide

Hat weşandin torsdag 23 mars kl 09.55
"Ji bo herkes berpirsiyariya xwe zanibe."
(1:41 min)
Soldater ur 203:e amfibieskyttekompaniet på väg att gå ner i stridsbåt 90.
Leşkerên swêdî temrînan dikin. Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Gelo li Swêdê şer an krîzek rû bide kî yê biryarê bide ku bo mînak welatekî weke Fînlandê dikare alîkariya Swêdê bike? Hikûmet dixwaze zelal bike ka di şer û krîzan de kî yê biryarê li ser wergirtina alîkariya ji welatên din bide.

Hikûmet vêga lêkolînekê dide dest pê kirin da ku di şer û krîzan de herkes zanibe ka berpirsiyariya wan çi ye û biryarên girîng bi lez werine girtin.

Wezîrê parastinê Peter Hultqvist dibêje di eslê xwe de ev lêkolîn li ser tiştekî gelekî hesan e.

Gelo krîzek an şer rû bide û alîkariya ji Fînlandê lazim be yan jî alîkarî ji Fînlandê re lazim be em ê çi bikin? Kî yê biryaran bide. Rola hikûmetê çi ye û ya parlamenê çi ye? Divê em çi bikin da ku biryar zû werine dan?

Li gor nirxandina hikûmetê divê di rewşeke wiha de parlamen biryarê bide. Vêga lêkolîner dê binêrin ka parlamen dikare çawa biryarên wiha bi lez bide.

Hêzên parastinê yên swêdî hevkariya leşkerî herî zêde bi Fînlandê re dike loma ev lêkolîn dê li ser Fînlandê zêdetir hûr bibe. Lêkolîn dê binêre ka leşkerên Fînlandê ji bo alîkariyê werine Swêdê destûr û mafên wan dê ji bo çi hebin.

Fînland weke mînakekê tê nîşandan lê hevkariya Swêdê ya leşkerî bi welatên Yekîtiya Ewropayê û DYA re jî hene û ev lêkolîn dê herwiha li ser dan û standina alîkariya leşkerî ya ji van welatan û welatên NATOyê jî bisekine.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".