Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Baca meaşê teqewîdan tê kêm kirin

Hat weşandin torsdag 23 mars kl 10.18
"Divê mirovên me yên teqewîd xwe di emniyetê de bibînin."
(2:14 min)
teqewîd li dikanê xwarinê dikire.
Wêne: TT

Hikûmet îro pêşniyazekê li ser kêmkirina baca meaşên kesên teqewîd pêşkêş dike. Li Swêdê 1,4 milyon kesên teqewîd hene û ev pêşniyaz tesîrê li wan tevan dike.

Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven û wezîra aboriyê Magdalena Andersson pêşniyaza kêmkirina baca ku ji meaşên teqewîdiyê tê kuştin îro eşkere kirin.

Serokwezîr Stefan Löfven di civîna çapemeniyê de dibêje divê mirovên me yên teqewîd xwe hem ji aliyê aborî ve hem jî di warê lênêrîn û xizmeta tenduristiyê de di emniyetê de bibînin.

Hikûmeta berê bac ji bo kesên ku kar dikirin kêm kiribû, lê teqewîdan ji vê ti feyde nedigirt. Hikûmet vêga dixwaze qaîdeyê biguhere da ku teqewîd jî ji vê feydeyê bibînin.

Li gor vê ferqa bacê ya di navbera meaşên kesên ku kar dikin û yên ku teqewîd bûne de heta 14 000 ji holê tê rakirin. Ango kesên teqewîd êdî ji yên ku kar dikin zêdetir bacê nadin.

Ku mirov ji 14 000 kronan zêdetir meaşê teqewîdiyê bistîne jî bac tê kêm kirin lê ne biqasî yên ku kar dikin û yên ku heta bi 14 000 kronan meaşê teqewîdiyê distînin.

Li gor qaîdeyên ku hikûmet ê deyne baca meaşê kesên teqewîd ku heta bi 19 000 kronî distînin dê were kêm kirin. Ev tê wê maneyê ku kesekî ku 14 000 kronan distîne dê mehê 200 kron kêmtir bac bide.

Pêşniyaz dê ber bi dawiya salê bi temamî amade be û plan ew ê ku qaîdeyên nû dê ji sersala 2018an û pê de lê bin. 

Baca li ser meaşên kesên teqewîd yek ji mijarên herî girîng û hesas a siyaseta swêdî ye. Dema teqewîd dibin meaşê gelek kesan kêm dibe û dema bac jî jê tê birîn ev yekcar hindik dibe. Gelek kes dema teqewîd dibin xwe bi zorê diqedînin.

Ji bo kesên ku kar dikin baca meaşan li gor şaredariyê tê guhertin lê bi giştî ev di navbera ji sedî 28,85 û ji sedî 34an de ye.

Par meaşê navencî yê teqewîdan piştî bacê ji bo jinan 15 300 û ji bo mêran 20 600 bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".