Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Xwestin dora hevdîtina îqameyê bifiroşine wê

Hat weşandin fredag 24 mars kl 06.02
”100 000 kron ji min xwestin.”
(2:37 min)
 Erik Ullenhag sefîrê Swêdê yê Emmanê û Lubna Mousa..
Erik Ullenhag sefîrê Swêdê yê Emmanê û Lubna Mousa.. Wêne: TT/SR

Ji bo penaberên li Swêdê karibin jin û zarokên xwe bînine cem xwe divê malbatên wan li sefareteke swêdî herine hevdîtinê. Vêga guman hene ku bi rêyên neqanûnî dorên hevdîtinan li sefareta swêdî ya li Emmanê têne firotin.

Lubna Mousa ku ji Sûrî ye bi zarokên xwe re serî li sefareta swêdî ya li Emmanê li Urdinê da da ku were li Swêdê bigihe zilamê xwe.

Dema ew li hêviya dora xwe ya hevdîtinê ne telefonek ji Lubna re tê. Kesek dibêje ew li daîreya koçê ya swêdî kar dike.

Ev kes ji Lubna re dibêje kurê wê di demeke kurt de 18 salan didagire û hingî ew ê nikaribe bi wan re here Swêdê. Lê eger ew 100 000 kronî bidin ew ê karibin zûtir berî kurê wê 18 salan dagire herine hevdîtina li sefaretê.

Lubna dibêje kes ji min re got ev xerca hevdîtinê ye, lê min bi e-mailê ji daîreya koçê pirsî û wan got tiştekî wiha nîne.

Dema Lubna dibêje ew nikare van pereyan bide. Wê demê kes ji Lubna dipirse ka ew dikare çiqas pereyan bide û zorê lê dike. Ew dibêje kesên din ku dikarin van pereyan bidin hene û ew ê dorê bide wan.

Erik Ullenhag sefîrê swêdî yê Emmanê ye. Dema ew li axaftina telefonê ku hatiye qeydkirin guhdarî dike ew matmayî dibe.

Ev tişteke gelekî cidî ye. Mirov nikare ji bo bikeve dora pêşî pereyan bide û tişteke din jî ew e ku li vir hin dixwazin ji kesên mexdûr pereyan qezenc bikin. Tiştên wiha li cem me nayêne qebûl kirin. Em sextekarî û bertîlxweriyê bi ti awayî xweş nabînin.

Erik Ullenhag dibêje ew ê lêkolînekê li ser van agahiyên ku beşê nûçeyan ê Radyoya Swêdê Ekotê û kanala SVT bi dest xistine çê bikin.

Ew diyar dike ku wan bihîstiye ku hin kes bi vî awayî dora hevdîtinê difiroşin û lêpirsînek li ser vê tê çê kirin, lê naxwaze agahiyên zêdetir bide.

Herwiha wezareta karên derve di daxuyaniyekê de diyar dike ku ew ê li ser vê meseleyê îqazekê ji daîreyên swêdî yên li derveyî welat re bişînin.

Lubna û zarokên xwe bêyî ku ti bertîlan bidin hatine Swêdê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".