Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Civîna Moderatan a herêmî îro dest pê dike

Hat weşandin fredag 24 mars kl 10.11
"Divê em nîşan bidin ku ji bo guhertinekê pêdivî bi Moderatan heye."
(2:52 min)
Sekreterê partiya moderatan Tomas Tobé.
Sekreterê Partiya Moderatan Tomas Tobé. Wêne: Emil Langvad/TT

Partiya Moderatan îro civîna xwe ya Swêdê, Sverigemöte, li Karlstadê dide dest pê kirin. Îro û sibê, ango du rojan nûnerên partiyê yên herêmî dicivin û rewşa partiyê ya siyasî nîqaş dikin.

Di civînên van herdu rojan de xaleke ku Moderat ê li ser hûr bibin pirsa ewlehiya civakî û sûcdariyê ye. Partî vê meseleyê gelekî girîng dibîne û ji bo vê çareseriyeke sêxalî pêşniyaz dike: xebatên berlêgir ên demdirêj, cezayên girantir û polîsên bihêz û nîzamîtir. Ew dixwazin hejmara polîsan ji 20 000an hildine 25 000an. 

Piştgiriya gel a ji bo Moderatan van demên dawîn gelekî kêm bûye û di nava vê heftiyê de çend siyasetmedarên partiyê yên herêmî diyar kirin ku divê seroka partiyê Anna Kinberg Batra dev ji serokatiyê berde.

Sekreterê partiyê Tomas Tobé berî civînê di hevpeyvîneke bi Radyoya Swêdê re li ser piştgiriya wan a ku kêm dibe diaxive.

Tomas Tobé dibêje em ji encaman ne qayîl in, lê salek û nîv ji hilbijartinan re mane û em ê her roja mayî bi kar bînin ji bo em nîşan bidin ka em ê problemên civakî yên li Swêdê çawa çareser bikin. Ka em ê komên li derveyî civakê mane çawa tevlî civakê bikin û çawa hejmara karên hesan zêdetir bikin. 

Ew dibêje divê ji bo civakeke ewle hejmara polîsan were zêde kirin û em ê nîşan bidin ku ji bo guhertineke siyasî ya baş pêdivî bi Partiya Moderatan heye.

Anna Kinberg Batra berî biha diyar kiribû ku ew dikarin di parlamenê de hevkariyê bi Partiya Demokratên Swêdê re bike, ku ji aliyên partiyên din ve weke nijadperest tê dîtin û siyaseteke wan a li dijî wergirtina penaberan heye.

Li gor şîrovekerên siyasî Anna Kinberg Batra ji bo piştgiriya ji partiyê re zêde bike û alîgirên Demokratên Swêdê bi aliyê xwe ve bikişîne ev daxuyanî da. Lê lêkolînên nû yên li ser piştgiriya gel a ji bo partiyê nîşan dide ku ev bi kêr nehatiye û Demokratên Swêdê di halê hazir de ji Moderatan mezintir bûne.

Li gor lêkolîna ku şirketa pîvan û lêkolînan Sifo ji bo Radyoya Swêdê çê kiriye piştgiriya ji bo Moderatan daketiye ji sedî 17,7.

Heriwiha lêkolîn nîşan didin ku zêdeyî nîvê endamên partiyê bawer dikin ku Anna Kinberg Batra dev ji serokatiyê berde ev ê ji bo partiyê baştir be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".