Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dadgehkirina tecawiza ser Facebookê berdewam e

Hat weşandin fredag 24 mars kl 13.34
Dozger: Divê ceza girtîgeh û dersînorkirin be.
(2:18 min)
Parêzerê zilamê 21 salî Stefan Wallin li ber odeya dadgehkirinê.
Parêzerê zilamê 21 salî Stefan Wallin li ber odeya dadgehkirinê. Wêne: Jessica Gow/TT

Îro sê kesên ku li Uppsalayê tecawizî keçeke serxweş û bêhiş kirin û ev li ser Facebookê zindî weşandin li Dadgeha destpêkê ya Uppsalayê têne dadgeh kirin.

Ev her sê zilam ku 18, 21 û 24 salî ne ji ber tecawizê têne dadgeh kirin ku meha yekem a îsal li Uppsalayê rû da.

Herdu zilamên biçûk ji ber tecawizê têne dadgeh kirin û yê mezin ê 24 salî ji ber bêbextî û alîkarîkirina sûc tê dadgeh kirin. Yê ku tecawiz li ser Facebookê weşand jî ew bû.

Ji ber ku keç jihişketî bû tiştek nayê bîra wê. Herdu zilamên ku ji ber tecawizkirinê têne dadgeh kirin ne hevwelatiyê Swêdê ne û dozger daxwaza dersînorkirina wan jî dike. Ango eger ew werine ceza kirin cezayê wan ê li Swêdê were bi cih anîn û ew ê peyre werine dersînor kirin. Dozger dibêje bila ew heta 15 salan nikaribin bikevina nav sînorên Swêdê.

Her sê zilam jî sûcan red dikin. Herduyên biçûk dibêjin ku wê şevê têkiliyên wan ên cinsî bi keçê re hebûn lê ev ne tecawiz bû.

Ji ber ku wan ev li ser Facebookê zindî weşandiye 8 kesên ku şahidiyê dikin hene. Lê parêzerê zilamê 21 salî Stefan Wallin dibêje têkiliya cinsî ne di dema weşanê de lê berî wê bi saetekê pêk hatiye.

Stefan Wallin dibêje têkiliya cinsî bi dilxwazî pêk hatiye; ew axivîne, bi hev re şahî kirine û cixare kişandine. Delîl ê nîşan bidin ku miwekîlê min bêsûc e.

Wekîla jina maxdûr ji bilî cezayê wan ji herduyên ku gumana tecawizê li ser wan heye her yekê 115 000 kronî û ji yê ku ev weşandiye jî 165 000 kronî weke tezmînatê dixwaze.

Dozger fîlmê ku li ser Facebookê hatiyê weşandin bi dest nexistiye, lê ew dibêje îfadeyên ku ev 8 şahid didin dê bes bin.

Dozger Pontus Melander dibêje ji ber ku keç di bin tesîra madeyên bêhişker de bû mirov nikare bêje têkiliya cinsî bi dilxwazî bû. Ew dibêje cezayê sûcên wiha girtîgeh e û ji ber ku du ji van ne hevwelatiyên Swêdê ne ew ê herwiha werine dersînor kirin.

Ji ber ku yek ji kesên gumanjêkirî bin 21 salan re ye û ji ber veşartîbûnê dadgehkirin jib o temaşevanan ne vekirî ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".