Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Karmendekî dewletî rola serekî di hetîketiya Allra de hebû

Hat weşandin måndag 27 mars kl 09.52
Ew hîna nehatiye cezekirin
(2:08 min)
.
Wêne: Jonas Ekströmer/TT

Karmendek xwedî mertebeyeke bilind di wezerata darayî de destê wî di hetîketiya bertîlxwariyê ya şirketa teqawidiyê, Allra, de hebû.

Di heman dema ku ev karmend serokê komîteya şirketekê bû ya sefqe û bazirganî bi Allra re hebû, di gelek komîteyên din yên dewletî de cî digirit.

Profesorê warê zanistiya hiqûqî Dennis Töllborg dibêje divabû wezaret bi xwe li dij derketibaya.

Li gor nerîna Töllborg divê di navbera wezaretê û ya ku wezaret wê bi rêve bibe senger hebin, ango dûriyek di navbera wan de hebe. Bi taybetî eger derbarê karin wekî teqawidiyê û tiştên din yên bi warê refaghê ve girêdayî ne.

Radyoya Swêdê beriya nuha eşkere kir ku şirketa Allra bazirganî bi sedan milyon kron bi şirketa Oak Capital re daniye.

Her ev bazirganî jî bûn yên bûn sebebê ku dezgeha pirsên teqawidiyê Allra kontrol kir û biryar da ku şirketê ji sîstema PPM ê avêt derê. Sîstema taybetî ya prîm ku beşek e ji sîstema teqawidiyê ya giştî. Ev biriyar wê di dadgeha îdarî ya îstînafê de bêne ceribandin.

Di şirketa Oak Capital de ya girêanên wê bi Allra re hebû, ev karmendê dewletî serokê komîteyê bû dema ew bazirganiyên gumanjêkirî li dar bûn.

Di heman demê de ev karmend li wezareta darayî xwedî wezîfe bû û di komîteya şirketên dewletî Sveaskog, Infranord û Teracom de rûniştîbû.

Li gor qanûnê ev karmend karekî neqanûnî kiriye. Ne ji heqê wî ye karekî bike bi rex karê xwe yê dewletî ve û navûdengiya dezgehê xirab bike.

Cezeya wî jî jêbirîna miaş e lê ta nuha hîna ji aliyê dewletê ve nehatiye cezekirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".