Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Serbazê swêdî ji aliyê YBŞ ê ve girtiye

Hat weşandin måndag 27 mars kl 14.33
Ew li Şingalê girtiye
(0:39 min)
.
Wêne: Bram Janssen

Ev bêhtirî salekê ye ku ev serbazê swêdî tevlî hêzên pêşmerge bûye di şerê li hember Daeş de li Îraqê. Li gor rojnameya Aftonbladet nuha ev serbaz ji aliyên hêzên kurdî yên YBŞ ê (Yekîtiya berxwedana Şingalê) ve hatiye girtin.

Ev serbazê 51 salî di dawiya heftiyê çûyî de nameyek ji birayê xwe re şand, tê de dinivîse ku nuha ji aliyê grûpeke kurdan ve hatiye girtin û daxwaza alîkariyê dike.

Li gor agahiyên giheştine rojnameya Aftonbladet, nuha ew li bajarê Şingalê girtiye û ji birayê daxwaz kiriye ku ev nûçeya di çapemeniya swêdî de belav bibe da zûtir bêne berdan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".