Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Lêkolîna Radyoya Swêdê:

Tirkî li Swêdê jî di pey muxalifan de ye!

Hat weşandin tisdag 28 mars kl 07.02
Tirkî li Swêdê jî di pey alîgirên PKK û tevgera Gulen de ye
(5:11 min)
Recep Tayyip Erdogan
Tirkî li Swêdê jî di pey alîgirên PKK û tevgera Gulen de ye. Wêne: Yasin Bulbul

Li Swêdê jî Tirkî di pey muxalifan de ye, wan dişopîne û navê wan qeyd dike. Kesên ku Tirkî derheqê wan de agahiyan berhev dike alîgirên tevgera Gulenî û kesên nêzîkê PKKê ne.

Ev yek ji belgeyên ku ketine destê Radyoya Swêdê eşkere dibin. Berpirsê herî bilind ê AK Partiyê li Swêdê Özer Eken jî di nav vî karê casûsiyê de ye:

"Tişta ez dizanim eger tu destekê bidî dewletê dewlet jî wê destekê bide te."

Ev dengê qeydkirî bi riya çavkaniyeke nenas ketiye destê Radyoya Swêdê de. Lê deng hatiye kontrol kirin ku rast e û yê Özer Eken bi xwe ye.

Û  herwiha serokê rêxistina AK Partiyê ya lobiyê li Swêdê UETD ye. Û ew herwiha qebûl dike ku dostê serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim e.

Ji dengê ku ketiye destê radyo de eşkere dibe ku Özer Eken bi alîgirekî tevgera Gulen re diaxive. Em ji vî alîgirî re navê Murat bi kar tînin. Di axavtinê de Özer dixwaze Murat derheqê alîgirên Gulen ên li Swêdê de sîxuriyê bike, raporê bide Tirkiyê, bê yên ku hatine Swêdê kî ne û çi karan dikin.

– Keko, derheqê hemû fealiyetên li vir wê zanyariyan ji te bixwazin. Eger tu tiştekî berbiçav nedî wan, xelasiya te nîne. Dixwazin zanibin bê kî li vir e.

Ji axavtinê diyar dibe ku Murat li Swêdê dijî û navê wî li Tirkiyê ketiye lîsteya reş de. Ji ber vêya li Tirkiyê weke terorîst û xayîn lê tê nerîn û eger ew biçe Tirkî dê were girtin.

Özer Eken dibêjiyê ez dikarim alîkariya te bikim, lê gereke tu agahiyên li ser muxalifên ku li Swêdê dimînin bidî, bi taybetî jî ew kesên ku vê dawiyê reviyane Swêdê.

– Eger agahiyên berbiçav derheqê van de bi te re hebin û tu wan îfşa bikî, tu dikarî bikevî çarçoveya qanûna poşmaniyê de. Ez ê doza te yekser bibime cem serokwezîr. Ez ê bêjimê meseleyeke wiha heye. Hingî ew ê alîkariya te bike, lê nabe ku tu cardin vegerî nav tevgera Gulen.

Peyamnêrê Radyoya Swêdê paşê li Özer Eken digere, beşekî ji deng pê dide guhdarî kirin û jê dipirse bê bersiva wî çi ye. Özer Eken dide haşa û mandela ku deng ne yê wî ye.

Eken înkar dike ku dengê qeydkirî yê wî ye, lê delîlên kafî di destê Radyoya Swêdê de hene ku îspat dike deng ê wî ye.

Axavtina di navbera Özer û Murat de ne tenha belgeye ku nîşan dide Tirkî li Swêdê karê sîxuriyê dike. Di nav belgeyên di destê Radyoya Swêdê de herwiha diyar dibe ku melayên girêdayî diyaneta Tirkî û karmendên sefaretê jî karê casûsiyê dikin, giliyê rexnegirên Tirkî yên li Swêdê dikin. Ji çavkaniyan diyar dibe ku ev karekî sîstematîk e. 

Ne tenê li hemberî alîgirên Gulen, lê herwiha li hember rêxistinên kurdî yên wek PKK, PYD û YPGê û muxalifên din jî casûsî tê kirin.
 
Di nav belgeyan de wek nimûne wêneyê jinekê heye. Di grûpeke Facebookê ya nêzîkê hikûmeta Tirkiyê de ew hatiye belav kirin. Û di ser wêneyê vê jinê re wiha hatiye nivîsîn:

” Em xayineke din a ku destekê dide YPG û PYDê îfşa dikin. Bila her kes vêya belav bike.”

Melayekî girêdayî Diyanetê yê li Swêdê re di bin vî wêneyî re ev peyam nivîsiye:

”Eger hûn dixwazin welatiyên vê dewletê bin, divê hûn serî ranekin. Yan na dewlet wê weke mêşan we biperçiqîne û ser we re derbasa bibe”.

Lisa Simonsson li polîsê ewleyiyê kar dike. Ew dibêje eva ku hêzeke derve kesên li Swêdê ji ber nêrîna wan a siyasî qeyd dike casûsiyeke bêqanûnî ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".