Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Karkera Neteweyên Yekgirtî ya swêdî hatiye kuştin

Hat weşandin onsdag 29 mars kl 09.40
"Cihê wê yê tim vala be."
(2:33 min)
Zaida Catalán
1 av 2
Zaida Catalán hiqûqzan û siyasetmedara berê ya ji Partiya Jîngehê bû. Wêne: Maja Suslin / TT
Berdevkê Partiya Jîngehê Gustav Fridolin bi Zaida Catalán re. Ew bi hevre berdevkên rêxistina ciwanan a partiyê bûn.
2 av 2
Berdevkê Partiya Jîngehê Gustav Fridolin bi Zaida Catalán re. Ew bi hevre berdevkên rêxistina ciwanan a partiyê bûn. Wêne: Peter Lydén/TT

Jineke swêdî, siyasetmedara berê ya Partiya Jîngehê, Zaida Catalán li Kongoyê hatiye kuştin. Ew ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve ji bo li Kongo lêkolînê li ser gumana komkujiyê bike hatibû tayîn kirin.

Berdevkê Partiya Jîngehê Gustav Fridolin ku di partiyê de bi Zaida Catalán re kar kiriye dibêje cihê wê yê tim vala be.

Gustav Fridolin dibêje wê dixwest wextê xwe yê li ser rûyê erdê bi kar bîne û bixebite da ku cîhan bi bo jiyanê biçekî baştir bibe. Wê hêza xwe ji edalet, femînîzm û şerê li dijî neheqiyan distand.

Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfvén jî li ser malpera hikûmetê xemgîniya xwe ya ji bihîstina xeberê diyar dike. 

12ê adarê Zaida Catalán, hevakarê wê yê amerîkî Michael Sharp û tercûmanê wan Betu Tshintela ji aliyê komeke çekdar ve hatibûne revandin. Laşê her sêyan nêzîkî cihê ew lê hatibûne revandin li gundê Tshimbulu di koncalekê de hatine dîtin.

Neteweyên Yekgirtî û wezareta karên derve ya Swêdê vêga piştrast dikin ku laşên hatine dîtin yên Zaida Catalán û hevkarên wê ne.

Li Kongo li hin herêman di navbera komeke milîs a bi navê Kamwina Nsapu û hikûmetê de nakokî hene û artêşa hikûmetê bi komkujiyan tê gumanbar kirin. Neteweyên Yekgirtî Zaida Catalán û hevkarê wê Michael Sharp ji New Yorkê weke pispor tayîn kiribûn da ku li Kongoyê lêkolînê li ser bûyerê bikin.

Zaida Catalán berî niha di Partiya Jîngehê de siyasetmedar bû. Ew herwiha di navbera salên 2001 û 2005an de berdevka rêxistina ciwanan a partiyê Grön Ungdom bû. Ew berî niha li Afganistan û Filistînê jî xebitîbû. Zaida Catalán 36 salî bû.

Di encama nakokiyên li herêma Kasai ya li Kongo de heta niha 400 kes hatine kuştin û Neteweyên Yekgirtî ji ber şideta bêsînor bi kar tîne rexneyan li hikûmeta Kongoyê dike. Herwiha diviyabû dawiya sala buhurî serokê Kongo Joseph Kabila dev ji wezîfeya xwe berde, lê wî ev nekir û hê li ser kar e. Vêga ji ber vê xwepêşandan û tevlîhevî li welêt derketine. Îro Neteweyên Yekgirtî dê biryarê bidin ka ew ê hêzên xwe yên leşkerî yên li Kongo zêde bikin an na.

Hê nayê zanîn ka kî Zaida Catalán û hevkarên wê kuştine.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".