Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Yekîtiya Ewropayê

Brîtanya serîlêdana derketinê pêşkêş dike

Hat weşandin onsdag 29 mars kl 11.38
"Tesîr ê ji bo Swêdê negatîv bin."
(2:44 min)
Premiärminister Theresa May.
Serokwezîra brîtanî Theresa May belgeya derketinê îmza dike. Wêne: Christopher Furlong/AP/TT.

Ji bo Yekîtiya Ewropayê îro rojeke dîrokî ye. Brîtanya îro bi awayekî resmî daxwaza xwe ya derketina ji Yekîtiya Ewropayê pêşkêş dike.

Dema Brîtanya ji Yekîtiya Ewropayê derket gelek peymanên bazarê jî dê êdî ji bo vê welatî ne lê bin û ev ê tesîrê li têkiliyên aborî bike.

Rêvebera giştî ya rêxistina bazarganiyê Kommerskollegium Anna Stellinger diyar dike ku şirketên swêdî naxwazin dev ji bazara brîtanî berdin ji ber ku ev welat hem ji bo îxracatê hem jî ji bo îdhalatê gelekî girîng e.

Anna Stellinger dibêje me li modelên cuda yên bazirganiyê yên bi welatên din re nêriye. Encama me bi dest xistiye ew e ku çi peyman an jî model were bi kar anîn dîsa jî têkiliyên bazirganiyê yên di navbera Brîtanya û Swêdê de dê xerabtir bibin.

Par 23ê meha 6an li Brîtanyayê referandûmek hate çê kirin û piraniya gelê Brîtanyayê got ew dixwazin ji Yekîtiya Ewropayê derkevin. Vêga ji bo derketinê qonaxa resmî dest pê dike. 

Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May doh êvarê belgeya derketina ji yekîtiyê îmza kir. Îro li saet yek û nîvê sefîrê Brîtanyayê yê Brukselê Tim Barrow dê serîlêdana derketina ji Yekîtiya Ewropayê bi awayekî resmî pêşkêşî serokê yekîtiyê Donald Tusk bike.

Bûyera derketina Brîtanyayê ya ji Yekîtiya Ewropayê dê ji gelek aliyan ve tesîreke mezin bike. Bo mînak roja duşemê serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven diyar kir ku divê budceya yekîtiyê bi qasî beşê ku Brîtanya dide were kêm kirin.

Herwiha ji ber rewşa nediyar rojnameya Dagens Industri dinivîse ku bazirganiya Swêdê ya bi Brîtanyayê re par ji sedî 15 kêmtir bû.

Sefîrê Brîtanyayê yê Stockholmê David Cairns dibêje ez bawer dikim Brîtanya û Swêd dê di vê qonaxê de xwe ji bo rewşa nû baş amade bikin.

David Cairns diyar dike ku hikûmeta brîtanî dê bi kêfxweşî hevkariyê bi hikûmeta swêdî re bike da ku çareseriyeke baş li ser bingehên baş were dîtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".