Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

"Qewlên li ber mehra dînî têne kirin li Swêdê ne lê ne"

Hat weşandin onsdag 29 mars kl 15.49
Dadgeha Bilind: Divê qanûnên swêdî lê bin.
(1:13 min)
vigsel
Wêne: Hasse Holmberg / TT

Dadgeha Bilind biryarê dide ku pere û malê ku li ber mehrê tê qewl kirin li Swêdê ne lê ne.

Dadgeha Bilind a Swêdê biryarê dide ku pere û malê ku mehra jinê û mêran li ser tê çê kirin li Swêdê ne lê ye

Jineke bi eslê xwe îranî ku li Swêdê dijî diyar dikir ku divê mêrê wê yê berê 1,5 milyon kronî weke pereyê mehrê bide wê ji ber ku wî ev li ber mehrê qewl kiriye. Jin û mêr li Îranê zewicîbûn, lê peyre li Swêdê bi cih bûne.

Dema wan hevdû berda jinê doza pereyên mehrê kir, lê mêr ev red kir. Li gor wî peymana ku wan li Îranê çê kiriye li Swêdê ne lê ye.

Dadgeha Bilind a Swêdê, Högsta Domstolen, jî vêga biryarê dide qewlên ku li ber mehra dînî hatine kirin li Swêdê ne lê ne.

Li gor Îslamê dema mehra jin û mêr tê çê kirin mêr ji bo garantiyê soza pere yan jî mal dide jinê. Eger ew hevdû berdin zilam mecbûr e soza xwe bi cih bîne û pere yan jî malê ku qewl kiriye bide jinê.

Dadgeha Bilind nîqaş kiriye gelo eger mirov bo mînak li Îranê bizewice û li Swêdê hevdû berde qanûnên îranî yan ên swêdî yê lê bin û gihîştiye wê encamê ku divê qanûnên swêdî lê bin.

Berî niha dadgeha destpêkê û ya temyîzê biryarên cuda li ser bûyerê dabûn, lê vêga Dadgeha Bilind biryara dawîn dide.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".