Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bang li parêzgehan tê kirin ji bo dermanê nû bi kar bînin

Hat weşandin torsdag 30 mars kl 10.02
"Her rojeke bêyî diyalîz rojeke qezenckirî ye."
(2:00 min)
Njursjuk man får dialysbehandling (arkivbild).
Nexweşê kîsta gurcikan diyalîzê bi kar tîne. Wêne: Angelica Zander / TT

Dermanê nû dikare nexweşiya gurcikan a zikmakî bi derengî bixe. Vêga encûmena pisporan bangî rêveberiyên parêzgehan dikin da ku vî dermanî ji bo nexweşan berdest bikin.

Nexweşiya kîsta gurcikan irsî ye û hê ti derman jê re nehatiye dîtin. Ji ber nexweşiyê gurcik mezin dibin û ev dikare jan û enfeksiyonan çê bike. Nexweşî piraniya caran li dora 40-60 salî derdikeve holê, lê heye di temenên ciwan de jî derkeve holê. 

Kesên bi vê nexweşiyê an ji bo paqijkirina xwînê diyalîzê bi kar tînin an jî divê gurcikên nû ji bo wan werine neql kirin. Lê vêga dermanekî nû dikare vê nexweşiyê bi derengî bixwe. 

Britta Hylander li Nexweşxaneya Zanîngeha Karolinskayê doktora bilind e. Ew diyar dike ku bi xêra vî dermanî nexweş dikarin heta neqla gurcikan were kirin nexweşiyê 3-4 salan bi derengî bixin û ji diyalîzê xelas bibin. Ew dibêje her rojeke bêyî diyalîz derbas dibe rojeke qezenckirî ye.

Ev cara pêşîn e ku dermanek ku dikare vê nexweşiyê bi derengî bi xwe hatiye peyda kirin. Eger nexweş vî dermanî bi kar bînin heta neqla gurcikan were pêk anîn ew dikarin ji diyalîzê xelas bibin.

Li Swêdê xizmeta tenduristiyê ji aliyê rêveberiyên parêzgehan ve têne bi rê ve birin û divê her parêzgehek bi xwe biryara berdestkirina vî dermanî bide.

Eger derman were bi kar anîn di halê hazir de 300 kes dikarin feydeyê jê bibînin. Yek ji wan Erik Gillbergê 21 salî ye. Ev nexweşî bi dê û du xwîşkên wî re jî heye. Dema nexweşî bi wî re hate dîtin ew hê zarok bû.

Erik Gillberg dibêje doktorê dêya me berî niha ji me re gotibû ku heye em di pêşerojê de karibin vî dermanî bi kar bînin. Ez vê weke hêviyekê dibînin. Hêjayî ceribandinê ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".