Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rojnamevanê hepiskirî xelata UNESCO distîne

Hat weşandin torsdag 30 mars kl 11.12
”Ev ê bala ser Dawit Isaak mezintir bike.”
(2:13 min)
Dawit isaak
Wêne: Bertil Ericson / TT

Rojnamevan û nivîskarê swêdî Dawit Isaak ku ev 16 sal in li Erîtreyayê girtî ye xelata UNESCO ya azadiya çapemeniyê distîne. Xelat her sal di roja azadiya çapemeniyê ya cîhanê de tê dan.

Jonathan Lundqvist li rêxistina Pêyamnêrên Bêsînor kar dike. Ew dibêje xelatên wiha balê dikişîne û ev dike ku mirov bi awayekî tê parastin ji ber êdî qedera mirov dibe pirseke navneteweyî. Ev dikare gelekî baş be. Bi vê xelatê heye Erîtreya jî gelekî biçûk jî be helwesta xwe biguhere.

Dawit Isaak bi eslê xwe ji Erîtreyayê ye. Wî sala 1987an bar kire Swêdê û bû hevwelatiyê Swêdê. Dema Erîtreya serxwebûna xwe bi dest xist wî bar kire wir û rojnameya Setit ava kir. Ev rojnameya pêşîn a bêalî ya Erîreyayê bû. Ew herwiha weke rojnamevanekî rexnegir tê nas kirin.

Sala 2001an polîsê Erîreya avête ser medyayên welêt û hingî Dawit Isaak jî hate girtin. Ev 16 sal in ne lêpirsînek li ser wî hatiye çê kirin ne jî ew hatiye mehkeme kirin.

Cilla Benkö midûra giştî ya Radyoya Swêdê  ye û herwiha seroka juriya belavkirina xelata UNESCO ye. Ew dibêje ez hêvî dikim ev xelatê bike ku cîhan ê vê diruşmê bang bike ”Dawit Isaak vêga azad bikin”.

Juriyeke bêalî ya navneteweyî ku ji rojnamevanan pêk tê di peyama xwe de diyar dikin ku ew Dawit Isaak ji ber cesaret, berxwedan û baweriya wî ya mezin a bi azadiya îfadekirina fikran hêjayî vê xelatê dibînin.

Xelata UNESCO ya azadiya çapemeniyê ji bo bibîranîna rojnamevanê kolombî Guillermo Cano Isaza tê dan ku sala 1986an li ber redaksiyona rojanameya xwe El Espectador hate kuştin. Xelatgir 25 000 dolarî werdigire.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".