Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ji bo pereyên zêdetir bistînin tedawî nerast qeyd kirine

Hat weşandin torsdag 30 mars kl 14.55
"Tedawiyên sivik weke yên tevlîhev qeyd kirine."
(1:14 min)
gynekologstol
Wêne: Pontus Lundahl/TT

Miayenexaneya jinekolojiyê Ultragyn ya li Stockholmê teşxîsên nexweşan nerast qeyd kirine da ku ji rêveberiya parêzgehê pereyên zêde bistîne.

Rêveberiya parêzgehê lêkolîneke biçûk li ser miayenexaneyê çê kiriye û hin qeydkirinên gumanbar peyda kirine. Loma vêga ew lêkolîneke berfireh li ser vê çê dikin.

Johan Bratt li rêveberiya Parêzgeha Stockholmê kar dike. Ew dibêje me hê ti teşxîs û tedawiyên ku şaş an jî bêyî ku pêwîst bin li ser nexweşan hatine kirin nedîtine. Lê tedawiyên sivik weke yên mezin û tevlîhev hatine qeyd kirin.

Bratt dibêje ev tê wê maneyê ku heye qeyd nerast hatibine çê kirin û tedawî weke berfireh hatine nîşandan. Lê me hê ti delîlên tedawiyên şaş an nepêwîst peyda nekirine.

Parêzgeha Stockholmê 400 dosyeyên nexweşan ji miayenexaneyê xwestine û 141 dosye kontrol kirine.

Tedawiyên berfireh dike ku miayenexane pereyên zêdetir ji parêzgehê distîne. Heye loma wan tedawiyên sivik weke yên berfireh qeyd kiribin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".