Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Hilbijartinên 2018

Löfven mixalefetê li ser tesîrên biyanî hişyar dike

Hat weşandin fredag 31 mars kl 10.58
Löfvén: Ji vêga ve hewlên wiha têne dîtin.
(2:32 min)
Stefan Löfvén û cîgira wî Isabella Lövin piştî civîna bi partiyên mixalefetê re diaxivin.
Stefan Löfvén û cîgira wî Isabella Lövin piştî civîna bi partiyên mixalefetê re diaxivin. Wêne: Jessica Gow/TT

Îro berî nîvro serokwezîrê Swêdê Stefan Löfvén bi serokên partiyên mixalefetê re civiya da ku li ser rîskên tesîrên hêzên biyanî yên li ser hilbijartinên 2018an biaxive.

Piştî civînê Stefan Löfvén dibêje gelekî zelal e ku tiştên wiha li welatên din qewimîne.

Berî niha Stefan Löfvén planek pêşkêş kiribû ka ew çawa dikarin ber li tesîrên mumkin ên ji dewletên biyanî yên li ser hilbijartinên sala 2018an bigirin. Yek ji tedbîrên ku hate pêşkêş kirin ew bû ku serokwezîr ê serokên partiyên mixalefetê li ser rîskan agahdar bike.

Serokwezîr hilbijartinên Amerîkayê û xeberên tesîrkirina Rûsyayê destnîşan kiribû û ji bo hewldanên tesîrkirinê li Swêdê bi ser nekevin hin tedbîr pêşkêş kiribûn. Îro bi vê armancê ew bi temamê serokên partiyên parlamena Swêdê re civiya.

Serokê partiya Demokratên Swêdê Jimmie Åkesson yek ji beşdarvanê civînê bû. Ew piştî civînê dibêje ez bawer nakim ku mezinbûna partiya min bala Rûsyayê dikişîne. Lê li gor seroka Partiya Navendê Annie Lööf Rûsya rîskeke mezin e. 

Anni Lööf dibêje ma ne ev ne tiştekî veşartiye ku çalakiyên Rûsyayê yên wiha hene. Wan di hilbijartinên amerîkî de ev kirin û bi îxtimaleke mezin teliya xwe dixine nav hilbijartinên fransî de jî. Ew ê bixwazin vê li welatên din jî bikin û Swêd ê ne îstisna be. Loma divê em zanyariyên xwe yên li ser hewldanên tesîrkirina hilbijartinan zêde bikin.

Serokwezîr Stefan Löfvén jî dibêje ji vêga ve hesabekî sexte li ser navê wezîrê parastinê Peter Hultqvist li ser Twitterê hatiye çê kirin. Li gor wî tenê ev ji nîşan dide ku hin ji vêga ve hewl didin tesîrê li hilbijartinan bikin.

Ji bilî civîna îro ya li avahiya serokwezîriyê Rosenbadê, herwiha polîsê îstixbaratê, SÄPO dê bi partiyan re bicive û li ser tedbîrên ew dikarin bigirin biavive da ku dewletên biyanî nikaribin tesîra li kampanyayên hilbijartinên 2018an bikin.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".