Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Penabarên nûhatî:

"Ji tirsê alîgirên Tirkî em xwe dûrî xelkê digrin"

Hat weşandin fredag 31 mars kl 14.34
'Silêman' ji ber alîgiriya tevgera Gulen reviyaye Swêdê.
(7:44 min)
diska, kastrull
Meslekê wî mamostetiye, lê niha ew paqijiyê dike, firaxan dişoyê. Wêne: Brun, Thomas

Piraniya kesên ku ji ber pêwendiya bi tevgera Gulen re hatine Swêdê tirk in, lê di nav wan de lib lib kurd jî têne dîtin. Me yek ji wan li Malmö dît û rewşa wî li vir pirsî. Bê li vir ew çiqasî ji xwe bitirs in û çawa tev digerin

Wextê mirov bi par vî çaxî re dide ber hev, hejmara mihacirên ku ji Tirkî reviyane Swêdê sê qat û nîv zêde bûye. Di herdu mehên destpêkê yên îsal de zêdetir ji 200 kesî hatiye û bi vî awayî piştî Sûrî, Efxanistan û Îraqê welatê ku penaber herî zêde jê têne Swêdê Tirkî ye. 

Û bi qasî ku tê dîtin kesên ku nû têne Swêdê bi taybetî alîgirên tevgera Fethullah Gulen in. Geleka ji wan di bin banê ‘Hizmet’ê de kar dikirin, lê niha Tirkî wan bi hewldana darbeyê gunehbar dike û di pey nêçîra wan de ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".