Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Meaşê karkerên sanayiyê tê zêde kirin

Hat weşandin fredag 31 mars kl 15.46
Meaşên nizm têne zêde kirin.
(1:12 min)
Industrimärket avtal
serokên sendîkayên karkerên sanayiyê. Wêne: Anders Jelmin/Sveriges Radio

Li gor peymana nû meaşên karkerên sanayiyê dê di maweya sê salan de ji sedî 6.5 were zêde kirin.

Îro kardêr û sendîkayan li ser peymaneke nû ya karkerên sanayiyê li hev kirin. Li gor vê di nava 3 salan de meaşên karkeran dê ji sedî 6.5 werine zêde kirin. Meaş dê salê ji sedî 2 werine zêde kirin û ji sedî 0.5 jî dê ji bo meaşê kesên teqewîd ku kar dikin were bi kar anîn.  Ev peyman dê tesîrê li nîv milyon karkerî bike.

Nûnerên sendîkayan ji peymanê qayîl in.

Serokê sendîkaya IF Metallê Anders Ferbe dibêje li gor nirxandina me ev ê mercên karkeran baştir bikin û tişta em dixwazin ji bo endamên xwe bikin jî ev e.

Pirseke din ku sendîkayan girîngiyeke mezin didanê karkerên bi meaşên nizm bûn, ango ew kesên ku meaşê wan bin 24 000 kronî re ye. Kardêr dê zêdekirina meaşan pêşî dorê bidine kesên bi meaşên nizm.

Sendîkaya LO girîngiya mezin dide vê pirsê ji ber ku piraniya kesên ku bi meaşên nizm kar dikin jin in.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".