Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Qezaya li Härjedalen

Sê zarok di qezaya basê de jiyana xwe ji dest dan

Hat weşandin måndag 3 april kl 09.47
Hîna sebebê qezayê nediyar e
(2:08 min)
.
Wêne: Nisse Schmidt/TT

Sê zarok di qezeya basê ya ku roja şemiyê li Härjedalenê rûda jiyana xwe ji dest dan. Ji bilî mirina van sê zarokan gelek kes bi giranî birîndar bûne.

Polîs îro mirina van sê zarokan tesdîq kir. Dezgeha dewletî ya pirsên qeze û hadîseyan (Haverikommission) wê îro li ciyê qezayê binere û lêkolîn bike. Ta nuha hîna jî rêya ji bo çûn û hatinê girtiye.

Bi tevahî 59 kes di vê basê de bûn, ji wan 52 zarok û ciwan bûn. Ew şagirdên sefê heştan ji Skene li şaredariya Marks ji herêma Västergötalandê bûn. Ew bi rê de bûn diçûn sefereke xijkirina ser berfê.

Li gor daxuiyaniya polîs sê kes jiyana xwe ji dest dane, 20 kes birîndar bûn û bi pêwîstiya lênerîna nexweşxaneyê bûn ji wan 5 kes bi birînên giran in.

Îro, roja yekem ya dibistanê ye piştî vê bûyera xembar û li dibistana vê sefê ciyeke taybet ji bo rêzlêgirtin û bibîranîna wan her sê zarokên di qezayê de mirinê hatiye amade kirin.

Dibistan bi xwe îro vekirî ye lê ji bo gelek şagirdan ne rojeke dibistanê ya normal e. Karkerên piştgîriyê didine şagirdan ji dezgeha birêvebiriya perwerdeyê û ji dêrê jî li dibistanê îro amade ne.

Kenny Fredholm ji birêvebiriya perwerdeyê li şaredariya Marks dibêje em hewil didin cew û atmosferekî aram li dibistanê çê bikin, her ji bo şagirdan û piştgîriya wan amade bin.   

Hîna jî sebeba sereka ya vê qezayê nediyar e lê li gor gotinên şofêrê basê bi xwe ji ber koncal, tese û çalên rê bû.

Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven xemgîniya xwe anî ziman û got em hizra malbat û hevalên kesên wefatkirî dikin:

-Löfven dibêje hîna jî sebebê vê qezayê ne diyar e. Baseke tije gencên bi hêvî û heyecana sefera xijkirina ser berfê bû û nuha hinek ji wan tucarî li malê xwe venagerin.

Wî di axaftina xwe de got ku dil û hizra wî li ba malbat û hevalên van gencan e û ku dezgehên pirsên qeza û hadîseyan wê karê lêkolînkirina vê qezayê bi rêkûpêkî bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".