Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Daxwaza testên nû yên kansera prostatyê têne kirin

Hat weşandin måndag 3 april kl 15.45
”Divê beriya nîşanan nexweşî bêne dîtin”
(1:44 min)
Îro awayên nû ji bo biservebûn û îlackirina kansera prostatayê nayên bikaranîn ji ber giraniya mesrefê.
Wêne: Ingvar Karmhed / SvD / TT

Profesor dixwaze hemû zilam bêne fehs kirin ji bo biservebûna kansera prostatayê.

Pizîşk û profesor ji klînîka nexweşiyên mîzê û prostatayê li nexweşxaneya zanistî ya Skåne, Anders Bjartell, daxwaza giraniyeke bêhtir dike li ser wê teknîka ku têne bikaranîn ji bo biservebûn û dermankirina kansera prostatayê, ango seretan, di qonaxeke zû de.

-Astengî nuha ew e ku divê pêşî kanser bêne peydakirin, beriya ku nîşanên wê li ba yê nexweş diyar bibin. Bjartell dibêje eger bigihêje qonaxa eşkere kirina nîşanan wê demê êdî dereng dibe.

Li gor Bjartell di halê hazir de awayê dermankirina vî awayê kanserê bêfêde ye û dema payinê ji bo îlacê jî dirêj e. Awayên nû û yên baştir erê bihatir in lê wê karîgertir û baştir bin, li gor Anders Bjartell.

Kansera prostatayê, awayê kanserê yê herî bêhtir e di nav mêran de û kanserê sîngû memikan ya herê bêhtir e di nav jinan de li Swêdê.

Anders Bjartell dibêje danberhev bi kanserê sîng û memikan re lêkolînkirin û dermankirina kansera prostatayê li paş maye.

Di şûna awayê testên xwînê yên ku îro têne bikaranîn de, awayên nû yên test û fehsa xwînê karin bêne bikaranîn yan jî kamereya mêgnatîsê. Lê îro ev awayên nû nayên bikaranîn ji ber ev alav û amêr li her deverê tune ne û giran in.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".