Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Wolf Erlbruch xelata Almayê werdigire

Hat nû kirin tisdag 4 april kl 13.30
Hat weşandin tisdag 4 april kl 10.34
Erlbruch: ”Ez zêde kêfxweş im”
(2:06 min)
Nivîskar û wên û resmkêşê alman, Wolf Erlbruch xelata Alma ya vê salê werdigire.
Wêne: Noella Johansson/TT

Nivîskar û resimkêşê alman, Wolf Erlbruch xelata Alma ya sala 2017 werdigire.

Ev îro li kitêbxaneya şahî li Stockholmê hate eşkere kirin. Jurî Wolf Erlbruch bi kesekî ku ”pencereyên nû û behremend vedike” bi nav kir. Erlbruch dora 50 kitêb bi wêne û îlustrasyonên xwe xemilandine û bi dehan kitêbên wî bi xwe hene.

Wolf Erlbruch wiha derbarê wergirtina xelatê got dema beşê çandê yê nûçeyên Radyoya Swêdê telefona wî kir:

-Ew dibêje ku zêde kêfxweş e bi wergirtina vê xelata hêja. Ew gelekî ecêbgirtî bû û dibêje ku fêrî wergirtina xelatên wiha hêja nebûye.

Ew yek ji resimkêşê herî mezin e li Almaniyayê. Çend ji berhemen wî bi zimanê swêdî ev in: ”Det var det fräckaste” (1995) û ”Anden, döden och tulpanên”.

Xelata Astrid Lindgren Memorial Award, Alma, ya edebiyat û wêjeya zarok xelata herî mezin e di vî warî de û taybet e ji bo rêzgirtin û bibîranîna nîvîskara swêdî ya binavûdeng a edebiyata zarokan, Astrid Lindgren.

Ev cara 15 mîne ku ev xelat têne pêşkêşkirin û hêjayiya wê pênc milyon kron e.

Ev xelat pêşkêşî nivîskarên zarok û gencan, resimkêş yan jî rêxistinan dibe yên ji bo geşkirina xwendinê li ba zarok û gencan kar dikin.

Xelata Alma ji sala 2002 de têne pêşkêşkirin û vê salê 226 kes yan rêxistin ji 60 welatan ji bo wergirtina vê xelatê hatibûn namzedkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".