Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Lêhûrnerîna derbarê doktorê diranan baş nehatibû kirin

Hat weşandin tisdag 4 april kl 11.36
IVO soza karekî baştir dide
(0:56 min)
Lêhûrnerîna ku dezgeha çavdêriya pirsên lênerînê, IVO, derbarê doktorê diranan kir bi kêmasî bû. Ev derbarê wî doktorî ye yê ku bêhtirî 200 kesî bi şaşî îlac kiribû.
Wêne: JANERIK HENRIKSSON / TT

Lêhûrnerîna ku dezgeha çavdêriya pirsên lênerînê, IVO, derbarê doktorê diranan kir bi kêmasî bû.Ev derbarê wî doktorî ye li rojavayê Swêdê yê ku bêhtirî 200 kesî bi şaşî îlac kiribû.

tNuha birêvebira giştî ya dezgehê Gunilla Backlund soza karekî baştir dike.

Gilî li vî doktorî li ba IVO hate kirin, lê dezgeh di lêhûrnerîna derbarê vî doktorî de baş kar nekir û giringî nedayê û piştre lêkolîna derbarê wî girt. Lê nuha dezgeh li xwe mukir tê ku wan karekî bi rêkûpêk nekir ya hişt ev doktor bi karê xwe berdeewam bibe û gelek nexweşan şaş îlac bike.

Gunilla Backlund ji IVO dibêje ku ew wê ji nuha û pê de vê dozê wekî nimûneyekê werbigirin û awayê karê xwe baştir bikin da careke din rewşên bi vî awayî dubare nebin.

 

Bêhtir agahî derbarê vê mijarê di nivîsa li xwarê de heye   

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".