Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Herêmên partiya S dibistanên serbixwe yên olî naxwazin

Hat weşandin onsdag 5 april kl 10.22
"Ev dibistan divê ne bi pereyên bacê fînase bibin"
(2:49 min)
Herêmên partiya S dibistanên serbixwe yên olî naxwazin
Wêne: CHRISTINE OLSSON / TT

Birêvebiriya partiya Sosyaldemokratan dixwaze dibistanên serbixwe yên olî, dînî, bimînin lê xurtir bêne kontorl û çavdêrî kirin. Ev yeka ji aliyê çend ji herêmên partiyê ve nayê qebûlkirin.

Ber bi kongreya partiya Sosyaldemokratan ve ya wê di dawiya vê heftiyê de li dar bikeve wê birêvebiriya partiyê pirsa dibistanên serbixwe yên olî di pêşniyazên ji bo armancên partiyê de pêşkêş bike.

Birêvebiriya partiyê dixwaze ev dibistan bimînin lê bêhtir bên kontrol kirin lê wiha diyar e, li gor agahiyên giheştine beşê nûçeyên Radyoya Swêdê, Ekot, ku çend ji herêmên partiyê ango yekîtiya komeleyên partî di herêman de, li dijî wê ne ku dibistanên olî beşek ji warê perwerdeya bi pereyên bacê fînansekirî bin.

Daniel Färm, nûnerê kongreyê ye ji herêma Stockholmê:

-Li gor nerîna min, giring e mirov zelal bike ku ev awayê perwerdeya olî ya hewila wê didin bila hebin lê ne beşek be ji erka dibistanê yan sîstema dibistanê ya bi pereyên bacê fînansekirî ye.  

Herêmên partiyê naxwazin dibistan bi rêbazên olî û dînî bin.

Hêrma Stockholmê bi xwe dibêje bila ev dibistanên serbixwe yên olî hebin lê bila ne beşek bin ji erka dibistana swêdî bin û bi pereyên bacê fînanse bibin.

Di yek ji pêşniyazên ji bo rêbazan de ku nuha nûnerên kongreyê munaqeşe dikin ev e: ” dibistan ji bo şagirdan e, ne ji bo cameyên olî ne yên dixwazin banorê li zarok û gencan bikin”.

Serokwezîrê Swêdê û serokê partiya Sosyaldemokratan Stefan Löfven doh got ku ew dixwaze kontrolkirina li ser dibistanên serbixwe yên olî bişidîne.

-Nuha em ê li kongreya partiyê bicivin ji bo gotûbêjkirina vê pirsê. Wekî prînsîp ez dibêjim wekî sosyaldemokrat em dibistanên ku ferq û cudahiyê di navbera zarok û cinsê wan de dikin, qebûl nakin. Ji ber vê yekê em dixwazin tedbîran ji bo vê astengiyê deynin.

Stefan Löfevn dibêje eger sîstema me îro heye ne têr be, divê wê demê em karekî bêhtir di vî warî de bikin û tedbîr û çareyên munasib gotûbêj bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".