Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Wallström êrîşa gaza jehrî li Idlibê şermezar dike

Hat weşandin onsdag 5 april kl 14.47
Encûmena ewlekariyê ya NY îro vê êrîşê gotûbêj dike.
(2:37 min)
Wezîra pirsên derve ya Swêdê Margot Wallström.

Wezîra pirsên derve ya swêdê Margot Wallström êrîşa gaza jehrî li herêma Idlibê li Sûriyê şermezar dike û dibêje divê encûmena ewlekarî ya Neteweyên Yekgirtî (UN) bi lêkolînkirina sûcdarên vê êrîşê rabe.

-Ev nûçe û agahîyên gelekî biêşin derbarê êrîşeke din ya kîmyayî li Sûriyê. Me di encûmena ewlekariyê de baş zelal kiriye ku erka berpirsiyariyê divê ji sûcdarên bi êrîşên wiha bisehm û bitirs radibin bêne xwestin.

Ta nuha hîna nediyar e bê kî bi vê êrîşa gaza jehrî ku li herêma di destê serhildêran de, Xan Şeyxûn, li Idlibê li Sûriyê rabûye.

Hejmara kesên ji ber gazên jehrî ku bi balefiran li ser herêmê de hate berdan kare bigihêje sed kesî û bi sedan kes jî birîndar in. Ev li gor hejmar û texmînên rêxistinên cuda yên mafê mirovan.

Taximê doktorên alîgirên serhildêran ne dibêjin ew guman dikin ku gaza sarînê hatiye bikaranîn  

Gaza sarîn bi zehmete bê keşifkirin, bê bêhn e, bê reng e û bê tam e lê kare tenê di çend deqeyan de mirovan bi awayê xendiqandinê bikuje.

Rêjîma sûrî di sala 2013 de hate sûcdarkirin bi bikaranîna gaza sarînê li derveyê Şamê.

Nuha hêza serhildêran Sûrî û Rûsiya bi vê berpirsiyariya vê êrîşê sûcdar dikin lê Rûsiya dibêje balefirên wan yên leşkerî bi vê êrîşê ranebûne.

Wallström dibêje ta nuha nirxandin û hikmê ew e ku tenê rêjîma Ased kare û xwedî wê şiyanê ye ku bi êrîşên bi vî awayî hember miletê xwe yê sîvîl rabe.

Margot Wallström giring dibîne ku lêkolînkirina vê êrîşê di encûmena ewlekariyê de giring e.

Wê îro, çarşem, encûmena ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî ji bo gotûbêjkirina vê êrîşê kom bibin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".