Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dezgeha dewletî ya pirsên qezayê wê qezaya basê lêkolîn bike

Hat weşandin onsdag 5 april kl 16.40
Wê şirketa basê bêne lêkolînkirin
(0:49 min)
Qezaya basê li Härjedalen.
Wêne: Nisse Schmidt/TT

Dezgeha dewletî ya pirsên qeze û hadîseyan, Haverikommission, biryar daye ku wê lêkolînekê derbarê qezaya basê ya roja yekşemê li Härjedalen rûda bi rêve bibe.

Îro ev biryar hate wergirtin û sebebê ku dezgeh lêkolîneke bi xwe dike ji bilî ya polîs jî bi rêve dibe ew e ku ev qezayeke mezin û cidî ye û gelek pirsên ne zelal tê de hene.

Ji aliyê dezgehê ve dibêjin ku dixwazin bêhtir li rê û jîngeha rê binerin û herweha şirketa basê û awayê karkirina wan jî. Wê di vê lêkolînê de baş li vê basê bi xwe bêne nerîn ji ber agahî hene derbarê rewşa basê ku beriya nuha problem û kêmasiyên wê hebûn.

Lêkolîna dezgeha dewletî ya pirsên qeze û hadîseyan, Haverikommission, kare ta salekê jî dirêj bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".