Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Säpo dext li hevjîna zilamê gûmanjêkirî kir

Hat weşandin torsdag 6 april kl 10.11
"Säpo li gor qanûnê kar kiriye"
(2:34 min)
Polîsê istixbaratê Swêdê, Säpo.
Wêne: Janerik Henriksson/TT

Di jêpirsîna bi hevjîna zilamê 30 salî re yê bi şewitandina cî û meqerekî musilmanên şiyî gûmanjêkirî ye, Polîsê istixbaratê Swêdê wê xistin bin dexteke giran de.

Îro mehkemekirina zilamê 30 salî yê bi şewitandina cî û meqerekî musilmanên şiyî, bi qesda kuştinê gûmanjêkirî ye, di dadgeha destpêkî ya Malmöyê de berdewame. Şewitandina vî ciyî di payiza buhûrî de rû da.

Li gor dîtina dozger ev zilam tora terorîstî ya Dewlata islamî, Daiş e. ji pêşlêkolîna ku nuha ji bo her kesî vekirî ye, têne xuyanî kirin ku hevjîna vî zilamî di dema jêpirsîna bi polîsê istixbaratê Swêdê, Säpo, re di bin dexteke mezin de bû. Säpo wê tehdîd kiribû ku ji Swêdê bêne derkirin eger tiştê zane ji wan re nebêje.

Di meha yekê ya vê salê de hevjîna zilamê 30 salî wekî şahid amade bû ji proseya jêpirsînê de li Malmö. Di odeyê de ji bilî wê, sê berpirsên jêpirsînê ji Säpo û tercûmanek jî amade bû.

Nûnerê hiqûqî yê zilamê 30 salî Lars Edman dibêje ya bala min kişandiye ew e ku ji vê jinê re gotine ew wê nikaribe li Swêdê bimîne.

Di protokola û mehdera bi vê jinê re nexuya bû ku hatiye agahdar kirin bi mafê xwe, ku ew ne mecbûr e bersiva polîs bide. Li gor qanûnê kes ne mecbûr e li dijî kesekî nêzîk û ji malbatê şahidiyê bike.

Şefê pirsên çapemeniyê yê Säpo Nina Odermalm Schei naxwaze bi hûrî behsa vê proseya jêpirsînê bike lê dibêje Säpo li gor qanûnê kiriye.

-Ew tawanên ku Säpo li wan dinere û lêkolîn dike, tawanên zêde giran û cidî ne û jêpirsînên wan jî bi giştî zehmetirin. Nina Odermalm Schei dibêje ji ber vê yekê jî em gelekî hişiyarin û bi rêkûpêk karê xwe dikin û li gor qaydeyan kar dikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".