Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ji Erdogan re ERÊ yan NA?

Hat weşandin torsdag 6 april kl 13.45
Göktepe: Heycana berê nîne!
(5:38 min)
Turkiska flaggor med Erdogan, Sveriges flagga.
Welatiyên Tirkî yên li Swêdê di 8-9ê mehê de ji bo referanduma Tirkî wê li Kistamässan dengê xwe bidin. Wêne: Lefteris Pitarakis

Vê şemî û yekşemê hevwelatiyên Tirkî yên li Swêdê wê bikaribin herin ser sindoqan û ji sîstema serokatiya Tirkî re dengê ERÊ yan jî NA bidin.

Referanduma Tirkî ya ji bo guhertina destûrê û sîstema serokatiyê di 16ê nîsanê de ye. Lê hilbijêrên li Swêdê vê şemî- yekşemê ango di 8-9 mehê de wê biçine ser sindoqan. Sindoqên dengdanê weke carên berê li fûara Kista têne danîn.

Di 2015ê de li heman cihî du caran welatiyên Tirkî yên li Swêdê çûbûn ser sindoqan. Lê vê carê dengdan ne ji bo partiyan lê ji bo referanduma sîstema serokatiyê ye. Dengdêr wê bikaribin bêjin ERÊ yan jî NA.

Li Tirkî û derve partiyên ku ji bo ERÊ xebatê dikin taybetî AK Partî û MHP ne. Partiyên ku dibêjin NA û ji bo vê yekê di nav hewldanan de ne HDP û CHP ne.

Ayşe Didar Göktepe li Swêdê di koordînasyona Ewrûpa ya xebatên ji bo NA de ye. Göktepe dibêje weke kurd ew kampyanyaya li vir bi çepên tirk, aliyên elawî, suryanî û asûriyan re dimeşînin.

Kampanya ji bo ERÊ li Swêdê ji aliyê rêxistina UETD û grûpa AK Partî Swêdê ve tê meşandin. Ev çe nd roj in em li berpirsên kampanyayê digerin, bêyî ku em bikaribin xwe bigihînin wan.

Lê gava ku mirov li xebatên wan ên li Swêdê dinêre tê dîtin ku alîgirên ERÊ bi awayekî çalak serdana mizgeft, şahî û sersaxiyan dikin. Heta li hin herêmên ku gelek tirk lê hene serdana restorant û malan dikin.

Wekî din jî çend komcivînên mezin hatine li dar xistin. Wek nimûne berya çend heftiyan li Stockholmê fîlmekî li ser xortaniya Erdogan hate nîşandan. UETD herwiha bi beşdariya cîgirê serokê AK Partiyê Mehdi Eker li Fittja civîneke gel li dar xist.

Di kombûneke ji ERÊ de serokê UETD li Swêdê Özer Eken radigihand ku hedefa wan li vir 12 000 deng in û ji bo vêya ew bi şev û roj kar dikin.

– Di hilbijartina 1ê mijdarê de me weke AK Partî li Swêdê zêdetir ji 5000 deng standin. Hingî hejmara dengdêran tev de 12 500 bû. Niha di vê referandumê de hedefa me ew e ku em bi qasî tevahiya dengên hingî ERÊ bistînin. Em talibên vê yekê ne.
 

Hêjayî gotinê ye ku li Swêdê bi giştî derdorê 36 000 dengdêrên ku dikarin bi bo referanduma Tirkiyê raya xwe bidin hene. Di hilbijartina 1ê mijdarê de bi giştî nêzîkê 13 000 deng hatibûne dayin. AK Partî bi zêdetir ji 5 000 deng bûbû partiya yekem. HDP bi 200 dengên kêmtir bûbû partiya duyem.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".