Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hikûmet dixwaze ku polîsê swêdî tawanên terorê li Îraqê lêkolîn bike

Hat weşandin torsdag 6 april kl 15.56
"Wê rê li ber terorîstan bigire da ku li Swêdê venegerin"
(1:54 min)
Polîsê swêdî.
Wêne: Emil Langvad/TT

Hikûmeta swêdê dixwaze ku polîsê swêdî karibe li Îraqê hemelatiyên swêdî yên çûne wê derê ji bo tevlî grûpên terorîstî bibin, lêkolîn bike.

Ji sala 2012 de dora 300 swêdî berê xwe dane derveyî welatji bo tevlî grûpên terorîstî bibin. Polîsê istixbaratê Swêdê, Säpo, dibêje ku nêzîka nîvî hejmara wan ji Swêdê ne.

Wezîrê pirsê hundirîn yê Swêdê, Anders Ygeman, dibêje lêkolînkirina tawanên gûmanjêkirî li ciyê bûyerê bi xwe hêsantir e.

Wekî nimûne, ji bo polîsê swêdî wê peydakirina isbatan li cîh li Îraqê bihêsantir be. Wê herweha yên tawankar li Îraqê bi xwe bêne mehkûmkirin û ev yeka wê rê li ber terorîstan bigire ku li Swêdê yan li welatên din di Ewrûpayê de venegerin.

Hizir ew e ku polîsê swêdî bi zanabûna xwe ya pisporî û warê perwerdekirinê beşdar be lê herweha ji aliyê yarmetiya ji bo peydakirin û misogerkirina isbatan jî.

Welatên endam di Yekîtiya Ewrûpayê de nuha vê mijarê gotûbêj dikin, ku hêzeke polîs ya hevbeş bişînin Îraqê.

Ta nuha tefsîl û hûrdeyên vê nîqaşê ne zelal in, lê ya eşkere ew e ku Swêd dixwaze bi vî awayî kar bike. Wezîrê pirsên hundirîn Anders Ygeman bi hêviye ku welatên endam di Yekîtiya Ewrûpayê de di demeke bi lez de li ser vê hevkariyê li hev bikin.

-Ez hêvî dikim ku di zûtirîn wext de em karibin çare û tedbîrên ji bo bihêzkirina sîstema dadmendî ya îraqî deynin û bi wî awayî jî rê li ber van rêwiyên terorîst bigirin da ku li Ewrûpa û Swêdê venegerin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".