Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Wezîra pirsê derve Margot Wallström:

"Gelo ev êrîşa li gor yasaya mafê gelan e? "

Hat weşandin fredag 7 april kl 09.59
"Ev ji berjewendiyên ewleyiya neteweyî ya Amerîkayê ye"
(3:30 min)
Êrîşa amerîkî li hember Sûriyayê.
Wêne: HO

Wezîra karûbarê derve ya Swêdê Margot Wallström derbarê êrîşa Amerîkayê bi mûşekan li ser Sûriyayê dibêje nezalal e eger ev siyaseta amerîkî ya nû ye û wê derencamên wê çi bin.

Amerîka bi 50 ta 60 mûşekan, ango robot û sarûxan, saet duyê şevê li gor dema Amerîkayê, ji binkeyên wan di deryayê sipî de êrîşî binkeyên balefirên rêjîma Sûriyê kir li derveyê bajarê Hamayê.

Li gor hêza leşkerî ya sûrî ev êrîş çar leşker kuştiye û ziyaneke madî ya mezin kiriye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump fermana vê êrîşê da piştî êrîşa gaza jehrî roja sêşemê li ser Xan Şeyxûn li Idlibê û ya rêjîma sûrî bi wê gunehbar bûye. Di wê êrîşa li ser Idlibê nêzîka 100 kesî hatin kuştin û bi sedan birîndar bûn.

Donald Trump serê vê sibehê got:

Rawestandina belavkirina çekên kîmyayî ji berjewendiyên ewleyiya neteweyî ya Amerîkayê ye.

Amerîka beriya nuha êrîşî rêjîma sûrî nekiriye lê piştgîriya grûpên serhildêran kiriye, boykotên aborî bi cî aniye û ji Başar al-Asad xwestiye dest ji desthilatiyê berde.

Lê nuha Trump dibêje em amade ne careke din êrîşî rêjîmê bikin eger bi heman awayî berdeam be.

Wezîra pirsên derve ya Swêdê Margot Wallström ji beşê nûçeyên Telefizyona Swêdê, SVT Nyheter, re dibêje nediyar e bê wê derencamên êrîşa amerîkî li Hamayê çi bin.

-Nediyar e eger ev êrîş nîşanên siyaseta amerîkî ya nû be. Gelekî giring e ku bingehekî li gor yasaya mafê gelan ji vê kiriyarê re hebe. Pirsa eger Amerîkayê li dijî yasaya mafê gelan kiribe divê di encûmena ewlekarî ya Neteweyên Yekgirtî (UN) de bêne şîrovekirin û divê encûmena ewlekarî bigihêje çareserkirineke siyasî ya xurt û ragirbar ji bo pirsa Sûriyê. Li gor Wallström êdî wext e ku miletê sûrî biryara pêşeroja xwe bidin.

Wezîrê pirsê derve yê Swêdê yê berê Carl Bildt ji yê pêşî bû ku nerîna xwe derbarê vê êrîşê da û got, ev reaksyoneke zelal û bihêz e û cuda ye danberhev bi rewşên ku serokê Amerîkayê yê berê Barack Obama tê de bû.

Wê ev êrîş nakokiya di navbera Amerîkayê û Rûsiyayê de aloztir bike. Bildt vê êrîşê wekî êrîşeke hember Rûsiyayê dibîne.  

Nerînên hêzên mezin yên siyasî derbarê siyaseta amerîkî û êrîşa li ser binkeyên leşkerî yên sûrî cuda ne.

Rûsiya vê êrîşê şermezar dike û wekî tawaneke şerî ya giran bi nav dike. Ew hevkariya kêm ya leşkerî ya wan bi amerîkayê re hebû derbarê Sûriyê nuha hatiye sekinandin.

Fransa, Birîtaniya, Israîl, Erebistana Saudî û Australiyayê çend ji welatên ku reaksyon û vê êrîşa amerîkî baş dibînin.

Nerînên çend pisporan ew e ku ev êrîşa amerîkî li ser Sûriyê wê peywendiyên di navbera Amerîka û Rûsiyayê xirabtir bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".