Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven:

"Diyare ev êrîşeke terorîstî ye”

Hat weşandin fredag 7 april kl 15.09
"Dil û hizra me li ba malbatên qurbaniyan e"
(1:09 min)
En lastbil har kört in i människor på Drottninggatan i centrala Stockholm.
1 av 3
En lastbil har kört in i människor på Drottninggatan i centrala Stockholm. Wêne: Filip Kotsambouikidis/Sveriges Radio
En lastbil har kört in i folkmassorna vid Åhléns i Stockholm. Wêne: Peter Bjurbo/Sveriges Radio
2 av 3
En lastbil har kört in i folkmassorna vid Åhléns i Stockholm. Wêne: Peter Bjurbo/Sveriges Radio
En lastbil har kört in i människor på Drottninggatan i centrala Stockholm. Wêne: Filip Kotsambouikidis/Sveriges Radio
3 av 3
En lastbil har kört in i människor på Drottninggatan i centrala Stockholm. Wêne: Filip Kotsambouikidis/Sveriges Radio

Kamyonek ajotiye li cadeya Drottninggatan û piştre ajotiye hundirê firoşgeha, dikana, Åhlens City li Stockholmê. Nuha agir bi kamyonê ketiye û polîs li cî amade ye. Sê u kes mirine.

Li gor çendîn çapemeniyên swêdî kamyonek ajotiye li cadeya Drottninggatan li navenda bajarê Stockholmê, ev kamyon li xelkê qelibandiye û piştre ajotiye hundirê firoşgeha Åhlens city.

Li gor polîsê istixbaratê Swêdê, Säpo, ta nuha du kes jiyana xwe ji dest dane lê  hîna nediyar e bê derbarê çiye û kî bi vê rûdanê rabûye.

Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven di civîneke çapemenî ya bi lez de got ku Diyar e ev êrîşeke terorîstî ye û dil û hizra me li ba malbatën qurbaniyan e.”

Kesên li wê derê bûn dibêjin ku dengekî bi hêz hat û piştre duxan û agir diyar bû. Nuha polîs û taximê agir vemirandinê li cih amade ye. Polîs ji milet xwestiye ku xwe ciyê qezayê dûr bikevin.

Parlamana Swêdê nuha hatiye girtin, herweha tirênên bin erdê, Tunnelbana, û herêma hawirdora Åhlensê hatine girtin.

 

Em bi berdewamî agahiyên herî derbarê vê bûyerê radigihînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".